10:01 19 Hezîran 2018
PDK-hilbijartin

PDKê 43 saliya YNKê pîroz kir: Herêma Kurdistanê ketiye qonaxeke nû

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi helkefta 43. salvegera damezrandina Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) daxuyaniyeke pîroziyê belav kir.

Mekteba Siyasî ya PDKê bi helkefta 43. salvegera damezrandina Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) daxuyaniyek belav kir û tê de got, "Herêma Kurdistanê di rewş û qonaxeke din re derbas dibe, bi taybet piştî hilbijartinên Civata Nûnerên Iraqê û pêkanîna kabîneya hikûmetekî nû li Iraqê. Lewma carek din tekeziyê li ser hevxemî û yekrêziya xwe, mil bi milê hêz û aliyên siyasî yên din yên Kurdistanê ji bo parastina destkeftan û berevanîkirin ji wê ezmûnê re û rijdbûn li ser bidestxistina hemû mafên rewa yên gelê Kurdistanê diyar dike."

PDKê di daxuyaniyê de pîrozî li YNKê kir û hêvî kir ew helkeft bibe havênê yekgirtî û xweşkirina zemîneya çareserkirina pirsgirêkên di nav Yekîtiyê de û wiha pê de çû: "Em hêvîdarin helkefta 43yemîn a YNKê ji bo avakirina hevpeymaniyek bihêz di navbera wan de û hevgotara siyasî, hevpeymanî, biratî, wekhevî û aştiya hemû hêz û aliyên siyasî, bibe hêmana nehiştina hemû rêgir û nakokiyan û bidestxistina baştirîn destkeft ji bo Kurd û Kurdistaniyan."

Bi heman mijarî:

Ji Rûsyayê şîroveya baca gumrikê: Amerîka bi lingê xwe de diteqîne, em jî temaşe dikin
Ji Amerîkayê bo Esad: Fikrê êrîşkirina ser HSDê fikrekî xerab e
‘Şanda leşkerî ya Siûdî, Îmarat û Urdinê çûye Kobaniyê’
Amerîkayê rêxistineke din xist lîsteya terorê
Ewropa 33 çavdêrên hilbijartinê dişîne Tirkiyeyê
Etîketan:
Kurdistan, YNK, PDK
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de