09:47 23 Hezîran 2018
Leşkerên tirk ketin nava gundê Bermîze yê Sîdekanê

'Leşkerên tirk ketin nava gundê Bermîze yê Sîdekanê û xwarina gundiyan xwarin'

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 03

Li gor zanyariyên peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê îro 31ê Gulanê hêzeke leşkerên tirk ket nava gundê Bermîze yê kenara çiyayê Xwakurkê li devere Sîdekanê.

Li ser ketina wê hêza leşkerên artêşa Tirkiyeyê çend wêneyên ketina nav gund derketin holê.

Muxtarê gundê Bermîze Ebdulrezaq Biradostî li ser ketina leşkerên tirk ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand, "Hêzên tirk li deverê bi kêfa xwe hatûçûnê dikin, îro (31 Gulan 2018) ketine nava gund û piştre çûn mizgeftê nimêj kirin, li malên hin welatiyan nîvroj jî xwarin xwarin û piştre derketin."

Leşkerên tirk ketin nava gundê Bermîze yê Sîdekanê, çûn mizgeftê û piştre jî li malên gundiyan firavîn xwarin.
© Sputnik / Osman Başqalî
Leşkerên tirk ketin nava gundê Bermîze yê Sîdekanê, çûn mizgeftê û piştre jî li malên gundiyan firavîn xwarin.
‘JI BER HÊZA PÊŞMERGE NÎNE, BI KÊFA XWE DIÇIN Û TÊN'

Biradostî da xuyakirin ku ‘leşker bi kêfa xwe tên û diçin ji ber hêza pêşmerge li deverê nîne û hêzên PKKê jî nikarin wan paşde bibin, evca ji ber wê yekê ew dikarin di nav gundan de bigerin.'

‘HELÎKOPTERÊN TIRK DEVERÊ BOMBARDIMAN DIKIN'

Muxtarê gundê Bermîze herwiha got ku, "Aniha ku demjmêr 10:30ê şevê ye li gor dema Hewlêrê, şeş firokên hêlîkopterên tirk li esmanê deverê digerin û çiyayê Xwakurk û derdorên wê bombebaran dikin ji ber ku hêzên PKKê êrîşî ser wan kirine."

Hêjayî gotinê ye piştî daxuyaniyên muxtarê gundê Bermîze li ser medya civakî vîdyoyek hat belavkirin ku leşkerên tirk li heman gundî xwarina fitarê jî dixwin.

Bi heman mijarî:

Amerîkayê rêxistineke din xist lîsteya terorê
Peskov: 'Mirin' û rabûna Babçenko mîzanseneke xerîb e
Çepgirê tirk: Gava çepê tirk piştgirî da kemalîzmê kurd ji wan veqetiyan
Ewropa 33 çavdêrên hilbijartinê dişîne Tirkiyeyê
Îran û Kurdistanê di navbera xwe de dest bi bikaranîna pergala elektronîkî kir
Trump: Min ji ber Rûsyayê Comey neqewitand
Etîketan:
leşker, Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de