09:47 19 Hezîran 2018
Deriyê sînor ê Kurdistanê

Îran û Kurdistanê di navbera xwe de dest bi bikaranîna pergala elektronîkî kir

© REUTERS / Azad Lashkari
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Konsolxaneya Îranê ya li Herêma Kurdistanê ragihand ku ji bo hêsankirina dayîna vîzeyên hemwelatiyan dê sîstema elektronîkê bi kar bînin.

Serkolsolxaneyê Îranê yê li Herêma Kurdistanê Murteza Îbadî li bajarê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew ji bo dayîna vîzeyên hemwelatiyan ên Herêma Kurdistanê hêsan bikin û karê konsolxaneyê sivik bikin, dê bi rêya pergala elektronîkê vîzeyê bidin welatiyên ku bixwazin biçin Îranê.

Di daxuyaniya Konsolxaneya Îranê ya li Herêma Kurdistanê de jî ev tişt hatin gotin, "Ew ên ku divê vîzeyê bigirin, bi rêya şîrketeke geştyariyê an jî bi rêya malpera ‘e_visa.mfa.ir' dikarin forma daxwazê ya wergirtina vîzeyê dabigirin û di nav rojekê de ji bo girtina vîzeyê dikarin serdana konsolxaneyê bikin."

Konsolxaneyê herwisa anî ziman ku bihayê vîzeya elektronîk dê ji vîzeya din cudatir nebe û got dê bi heman bihayê ew vîze were girtin.

Bi heman mijarî:

Tirkiye: 3 leşkerên me li Herêma Kurdistanê hatin kuştin
Li Herêma Kurdistanê mûçe vê hefteya pêş tên belavkirin
Mamend: Serkeftina YNKê li Kerkûkê, serkeftina tevahiya Kurdistanê ye
Şampiyonê Lîga Yekem a Fitbolê ya Kurdistanê diyar bû
Iraq dihesibîne ku rêkeftina Rosneftê ya bi Herêma Kurdistanê re derqanûnîye
Etîketan:
Vîzeya Elektronîk, Konsolê Îranê yê li Herêma Kurdistanê, Murteza Ebadî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de