19:05 23 Hezîran 2018
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Iraqê John Wilkes

Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Iraqê prosesa piştî hilbijartinê gotûbêj kirin

© Foto : Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê John Wilkes û şandeya pê re kir. Barzanî û wilks li ser pêvajoya piştî Iraqê gotûbêj kirin.

Li gorî malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê rûdanên dawî yên piştî hilbijartina parlamentoya Îraqê, pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê yekdengiya aliyên kurdistanî û rola karîger a wan di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de û berdewamiya danûstandinên navebra Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina hemû pirsgirêk û arîşeyan di civînê de hatin gotûbêj kirin.

Herwiha aliyan teqez li ser wê yekê hat kirin ku pêwîst e hikûmeta nû ya Iraqê ji bona vejandin û bihêzkirina aborî û çareserkirina pirsgirêkên hevmwelatiyan ku di berjewendiya tevahiya pêkhateyên gelê Îraqê de kar bike

Ji aliyê din ve rewşa herêmî, bi giştî û çend pirsên gêrêdayî rojeva herêmî mijarên sereke yên civîna navbera Barzanî û Wilkesî bûn.

Bi heman mijarî:

Barzanî û şanda Brîtanyayê li hev civiyan
Mesûd Barzanî pêşwazî li şanda PAKê kir
Barzanî ji bo sersaxiya Şepol nameyekê şand
Barzanî bi nameyekê ji serokê filistînî re silametî xwest
Ji Pompeo ji bo Barzanî: Em ê bi hev re bixebitin
Etîketan:
Hevdîtinên Kurdistan û Brîtanyayê, Hevdîtin, John Wilkes, Nêçîrvan Barzanî, Brîtanya, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de