09:48 23 Hezîran 2018
êzidî-şingal-rizgarkirin-jinên êzidî

Ji ber Heşda Şeibî 2 hezar malbatên êzdî newêrin dakevin bajêr

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Fermandar Qasim Şeşo di axaftina xwe de ragihand ku ji ber milîsên rêxistina Heşda Şeibî 2 hezar êzdî newêrin dakevin bajêr.

Li gor nûçeya malpera fermî ya PDKê, Fermandeyê Pêşmerge yê êzdî Qasim Şeşo gotiye, derdora 2 hezar malbatên ku ji ber şerê DAIŞê xwe avêtibûn ber bextê çiyayê Şingalê heta niha jî li ser çiyê ne.

Qasim Şeşo ku di heman demê de rihspîkî êzdiyan e dibêje: "Helbet ew ne bi kêfa xwe li ser çiyê mane, ji tirsa Heşda Şeibî newêrin vegerin bajar û gundên xwe."

Fermandeyê Pêşmerge got: "Heta Heşda Şeibî li Şingalê be ew malbat venagerin ji ber ku ditirsin heman zilma ku rêxistina terorîst a DAIŞê anî serê wan, Heşda Şeibî jî bîne serê wan."

Bi heman mijarî:

Mîr Tehsîn Beg dîsa bang kir: Bila hemû êzdî herin sindoqan
Li Duhokê keçeke kurd a Êzdî kuştî hat dîtin
Du keçên din ê êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin
Li Şingalê goreke komî ku 80 jinên êzdî tede bûn hat dîtin
Fermandarê êzdî: Dewleta kurdan hebûna êzdî rastî qetlîamê nedihatin
Hê jî bi hezaran kurdên êzdî di destê DAIŞê de ne
Etîketan:
Fermandarê Pêşmerge, Qasim Şeşo, şingal, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de