13:31 23 Hezîran 2018
Artêşa Iraqê - Kerkûk

Li Kerkûkê şerê navbera kurd û ereban berdewam e

© Sputnik / NAZEK MOHAMMAD
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Li herema gundê Pelkana Kerkûkê çend roj in şer di navbera kurd û ereban de dest pê kiriye û erebên çekdar dest danîne ser mal û zeviyê kurdan.

Kerkûk
© AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
Li gor zanyariyên berdest, erebên ku di dema erebkirinê de li Kerkûkê hatibûn bicihkirin dest danîne ser xanî û erdên kurdan ku ew ereb pişta xwe bi hêzên Iraqî yên li wê deverê ve girêdidin. Welatiyên kurd ên li herêmê dibêjin: "Tevî ku hatine û cihê me, erd û malên me dagîr dikin, sivikatî jî bi me dikin, kesên ku hatin ser me çek bi wan re hebûn, lê efserekî Iraqî hat û weke piştgirî destê xwe danî ser milê wî."

Xelkê gundê Pelkane dibêjin: "Zêdetirî 80 malbatên ereb ên ku ji Besra û Enbarê hatine gundê wan hene û bi zora çek û hêz dest danîne ser erdên wan û gef li xelkê xwarine ku rêya xwepêşandan û nîşandana nerazîbûna xwe hilnebijêrin."

Hêjayî gotinê ye ku piştî 16ê Cotmehê, erebên ku di dema erebkirinê de hatibûn bicihkirin, vegeriyane gund û deverên ku hêzên Iraqê serdest.

Bi heman mijarî:

Mamend: Serkeftina YNKê li Kerkûkê, serkeftina tevahiya Kurdistanê ye
Ji Wezareta Pêşmerge daxuyaniya Kerkûkê
Li Kerkûkê guleya hawanê avêtin navenda sindoqên dengan
Kerkûkê bi lezgînî ji Hewlêrê daxwaza alîkariyê kir
8 xwekujên DAIŞê xwe li Kerkûkê teqandin
Etîketan:
Erebên Kerkûkê bi ser malên kurdan de girtin, Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de