00:42 18 Hezîran 2018
Parlementoya Herêma Kurdistanê

Li Herêma Kurdistanê mûçe vê hefteya pêş tên belavkirin

© Foto : Parlementoya Herêma Kurdistanê
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Zêbar Hemlan îro di civîna Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de ragihand ku dê di nav hefteya pêş de mûçeyan li wezaretan werin belavkirin.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera Hikumeta Herêma Kurdistanê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro di roja 30ê Gulana 2018a de li bajarê Helwêrê, paytexta Kurdistanê civîna xwe ya asayî li dar xist û di civînê de mijarên li ser mûçe, dahatî û mesrefên Herêma Kurdistanê gotûbêj hat kirin.

Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Zêbar Hemlan di civînê de anî ziman ku wezaret girêdayî pêvajoya dabeşkirinê ya mûçeyan e û got, ew di nav hefteya pêş de dest bi dabeşkirina mûçeyan dikin.

Hat ragihandin ku di civînê de behsa hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Iraqê jî hat kirin û ji ber beşdarbûna aliyan û hemwelatiyan spasî het kirin û herwisa mijara hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê yên ku dê di roja 30ê Îlona 2018a de werin lidarxistin jî hat axaftin.

Bi heman mijarî:

Mamend: Serkeftina YNKê li Kerkûkê, serkeftina tevahiya Kurdistanê ye
Şampiyonê Lîga Yekem a Fitbolê ya Kurdistanê diyar bû
Iraq dihesibîne ku rêkeftina Rosneftê ya bi Herêma Kurdistanê re derqanûnîye
Hakim Azad Hesen Ehmed bû Serokê Dozgeriya Giştî li Herêma Kurdistanê
Maliyeya Kurdistanê: 65% ji dahatên petrolê ji bo muçeyên karmendan diçin
Etîketan:
mûçe, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, Wezîrê Darayî û Aborî yê Kurdistanê, Zêbar Helman, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de