23:09 21 Hezîran 2018
Hewlêr - Herêma Kurdistanê

Li Hewlêrê melayek bi kêran hat kuştin

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li bajarê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê melayekî mizgeftê ji aliyê kesekî ve bi kêran hat kuştin. Berdevkê polîsên Hewlêrê ragihand ku mela ji aliyê hevalekî xwe ve ji bo pereyan hatiye kuştin.

Li gorî nûçeyeke Rûdawê şeva duhî li bajarê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê melayekî mizgeftê ji aliyekî hevalê xwe ve ji bo pereyan hat kuştin. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Berdevkê Polîsên Hewlêrê Hogir Ezîz got, "Şeva borî kesekî bi navê Yeşar Yûsif li taxa Fermanberan a bajarê Hewlêrê ji aliyê hevalekî xwe ve bi kêran hat kuştin."

Ezîz anî ziman ku ew kesê hat kuştin kesekî Tirkmen e û li mizgefta mezin a Erefeya Kerkûkê mela bû û ev tişt gotin, "Kujer û kuştî bi hev re di malekê de diman. Kujer 6 hezar dolarên kesê hatiye kuştin birine û reviyaye, heta niha jî nehatiye desteserkirin."

Hat destnîşankirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û ji bo girtina wî kujerî xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Bi heman mijarî:

Mamend: Serkeftina YNKê li Kerkûkê, serkeftina tevahiya Kurdistanê ye
Iraq dihesibîne ku rêkeftina Rosneftê ya bi Herêma Kurdistanê re derqanûnîye
Şampiyonê Lîga Yekem a Fitbolê ya Kurdistanê diyar bû
Hakim Azad Hesen Ehmed bû Serokê Dozgeriya Giştî li Herêma Kurdistanê
Etîketan:
kuştin, Yeşar Yûsif, Hewlêr, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de