19:09 23 Hezîran 2018
PDK-hilbijartin

PDK: Em betalkirina encamên hilbijartinê qebûl nakin

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser encamên hilbijartinên Parlementoya Iraqê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku "Em biryara Parlementoya Iraqê ya li ser betalkirina encamên hilbijartinan red dikin û piştgirî didin bi destan jimartina dengan."

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed derbarê encamên hilbijartinan de daxuyaniyek belav kir û got: "Ji bo jiholêrakirina hemû guman û nerazîbûna aliyên siyasî, em wisa dibînin ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan di çarçoveya yasayan de divê karên pêwîst encam bide."

Mehmûd Mihemed di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku dema biryareke bi rêya yasayan were dayîn ku dengên welatiyan bi destan werin jimartin daku baweriya aliyên siyasî û dengderan çêbibe, PDK vê yekê bi başî dibîne û piştgirî dide jimartina dengan.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku PDK biryara Parlementoya Iraqê ku tenê encamên Herêma Kurdistanê û Kerkûkê betal dike, red dike û vê biryarê weke biryareke siyasî dibîne.

Bi heman mijarî:

PEyê dê çavdêr ji bo hilbijartina 24 Hezîranê neşîne
Amadehiyên hilbijartina Kurdistanê dest pê kirin
HUDA-PAR dê di hilbijartina serokomariyê de piştgiriya kê bike?
Barzanî bi Cerbayî re civiya: Sûriye û hilbijartina Iraqê hatin gotûbêjkirin
Etîketan:
encam, hilbijartin, Mehmûd Mihemed, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de