04:13 22 Hezîran 2018
Mesûd Barzanî

Barzanî û şanda Brîtanyayê li hev civiyan

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî îro pêşwazî li şandeke Brîtanyayê kir û herdu aliyan di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê kir. Hat ragihandin ku Barzanî di hevdîtinê de di warê aborî, siyasî, leşkerî û ewlekariyê de behsa hevsengiya Bexda û Hewlêrê kiriye.

Li gorî daxuyaniya ofîsa Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî îro roja 30ê Gulana 2018a li parêzgeha Selaheddînê Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê Jon Wilks û şandeya ligel wî kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku serokê PDKê Barzanî û balyozê brîtanî Jon Wilks di hevdîtina xwe bal kişand ser rewşa siyasî ya Iraqê û avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û rola Herêma Kurdistanê ya di damezirandin vê hikûmeta nû de.

Li gorî daxuyaniyê Barzanî ji bo aliyê brîtanî diyar kiriye ku ji bo Herêma Kurdistanê bingeha hevbeşiyê ya rasteqîn bi Bexdayê re ew e ku divê di warê desthilatiya yasayî de rêkeftin çêbibe û di warê aborî, ewlekarî, siyasî û leşkerî de jî divê hevsengî bi Bexdayê re hebe.

Hat destnîşankirin ku Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê John Wilks jî aniye ziman ku divê peywendiyên di navbera Hewlêr û Londonê we werin xurtkirin û li ser bidawîkirina terorê divê hevkariya Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê berdewam bike.

Wilks herwisa ragihand ku Brîtanya û civaka navdewletî ji bo aramî û ewlekariya Rojhilat Navîn li gorî destûra bingehîn a Iraqê piştgiriyê dide pêvajoya siyasî ya Iraqê.

Bi heman mijarî:

Mesûd Barzanî pêşwazî li şanda PAKê kir
Barzanî ji bo sersaxiya Şepol nameyekê şand
'Barzanî dibe namzetê Serokkomariya Iraqê'
Barzanî bi nameyekê ji serokê filistînî re silametî xwest
Ji Pompeo ji bo Barzanî: Em ê bi hev re bixebitin
Etîketan:
civiyan, Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê, Serokê Giştî yê PDKê, John Wilks, Mesûd Barzanî, Selaheddîn, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de