10:08 19 Hezîran 2018
Refernadum - Kurdistan

Şampiyonê Lîga Yekem a Fitbolê ya Kurdistanê diyar bû

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Klûba Zêrevanî di Lîga Yekemîn a Futbolê ya Herêma Kurdistanê de li hember Klûba Pêşmerge ya Hewlêrê bi skora 4-1ê bi serket û bû şampiyonê heyama 2017-2018an.

Şampiyonê Lîga Yekemîn a Başurê Kurdistanê, di encama pêşbirkên ku duh hatin lîstin de diyar bû. Klûba Zêrevanî di rêzbenda yekemîn de bû û ji bo bibe şampiyon pêwistiya wê bi tenê ji serkeftinê hebû. Herwiha Zêrevanî di encama têkoşîna pêşbirkê de Klûba Pêşmerge ya Hewlêrê bi skora 4-1ê têk bir û bû şampiyon.

​Di pêşbirkê de fitbolîstê brezîlî yê Klûba Zêrevanî Tiago Amarel 2 gol tomar kir û bi 12 golan bû golkerê vê heyamê.

​Klûba Zêrevanî di destpêka heyamê de guherînek berfireh kiribû, bi vê şampiyoniyê ve jî di dîroka xwe de cara 4em bû şampiyonê Lîga Yekem a Fitbolê ya Kurdistanê.

Etîketan:
gol, şampiyon, fitbol, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de