22:29 18 Hezîran 2018
PDK-hilbijartin

PDK: Em piştgiriyê didin ku dengan li navendên biguman ji nû ve werin jimartin

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Berpirsê saziya hilbijartinê yê PDKê Xesro Goranî îro çarşemê ragihand ku partiya wî piştgiriyê dide wê yekê ku li navendên hilbijartinê yên guman ji encamên wan hene, deng careke din werin jimartin.

Li gorî medyaya Iraqê, Goranî civîneke rojnamevaniyê bi rê ve biriye û gotiye, "em piştgiriyê didin her biryareke komisyona hilbijartinan ku li wan navendên guman heye ku sextekarî li wan bûye, deng careke din werin jimartin."

Herwiha Goranî di berdewamiya axiftina xwe de got ku "li ser xebatên komiysonê û çêbûna operasyonê sextekariyê li hinek herêman, gumanên me jî hene."

Derbarê hilbijartina Herêma Kurdistanê de jî, Goranî destnîşan kir ku PDK dê bi lîsteyeke serbixwe tev li hilbijartinan bibe û got ku "hîn derî li pêşberî hevpeymaniyan vekirî ye."

Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê îro bi daxuyaniyekê ragihandibû ku encamên 1021 bingehên dengdanê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê û welatên cîhanê yên parlamentoya Iraqê betal kirine.

Bi heman mijarî:

PDKê ji bo referandumê komîteyek damezirand!
Serkirdeyekî PDKê: ‘Tiştekî bi navê Iraqê nemaye'
Goran: Me biryar da ku bersiva PDKê nedin
Ofîsa PDKê ya Silêmaniyê rastî êrişa çekdarî hat
Edhem Barzanî: Berpirsiyariya parastina baregehên PDKê li Silêmaniyê erka YNKê ye
Tevgera Goran mercên giran danîn ber PDKê
Etîketan:
PDK, Xesro Goran, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de