09:58 19 Hezîran 2018
Kerkûk

Ji Wezareta Pêşmerge daxuyaniya Kerkûkê

© AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê Cebar Yawer ragihand ku divê yek ji şertê tevlîbûna hikûmeta Bexdayê vegera Pêşmerge bo Kerkûkê be.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê Cebar Yawer di axaftina xwe de got: "Şertê sereke ku partiyên kurd li Bexdayê beşdarî hikûmeta nû bibin divê vegera Pêşmerge ya deverên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê be."

Cebar Yawer di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku herêmên Kurdistanî divê vegerin rewşa berî 16ê Cotmehê û got: "Şertê sereke yê heyeta Kurdistanê ya tevlîbûna hikûmetê divê vegera hêzên Pêşmerge ya herêmên berî 16ê Cotmehê be. Kêlî berî kêliyekê divê rewwşa herêmên navborî aram û normalîze bibe. Beriya her tiştî divê ewlehî were sazkirin. Divê ev herêm ji aliyê Pêşmerge û hêzên iraqî ve werin parastin."

Yawer di dirêjiya axaftina xwe de ji bo têkiliya Pêşmerge û koalîsyona dijî DAIŞê got: "Di têkiliyan de tu guherandin tuneye û wek berê dewam dike. Civînên ku du hefteyan carekê dihat kirin hê jî dewam dikin. Bernameya perwerdeya hêzên Pêşmerge ya Îsal hatiye kirin û piştgirî berdewam e."

Bi heman mijarî:

Baksî: Piştî karesata Kerkûk û Efrînê jî kurdan tifaq ava nekirin
Talebanî: Di hevdîtinên ligel Bexdayê de divê Kerkûk şertê yekem be
Dr. Ridwan Badinî: Kerkûk kurd e û di hilbijartinê de ev îspat bû
Encamên hilbijartinê yên Kerkûk û Duhokê hatin ragihandin: YNK û PDK yekemîn in
Li Iraqê herî zêde li Kerkûk û Neynowayê mafên mirovan hatine binpêkirin
Etîketan:
Hêzên pêşmerge, Cebar Yawer, Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de