09:52 19 Hezîran 2018
PDK-hilbijartin

PDKê bersiva Komela Îslamî da: Hilbijartin nehatine betalkirin

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Fraksiyona Komela Îslamî Ehmed Hacî Reşîd doh 28ê Gulanê piştî biryara Parlamentoya Iraqê ya derbarê betalkirina dengên derve û awareyan ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihandibû ku wê hilbijartinên li Herêma Kurdistanê werin betalkirin.

Ehmed Hacî Reşîd biryara Parlamentoya Iraqê wiha nirxandibû: "Parlemantoya lraqê bi piranya dengên beşdar ku 168 parlamentar bûn biryar wergirtiye ku 10 ji sedê dengên hilbijartinên roja 12 Gulanê li seranserê lraqê dûbare bi destî bên hejmartin û heger ji sedî 25 cudahî hebe jî ligel encamên fermî wê hilbijartin bi temamî bên redkirin û hilweşandin û divê ji nû ve hilbijartinên parlamentoyê bên encamdan."

'ENCAM BETAL NEBÛNE, DENG JI NÛ VE TÊN HEJMARTIN'

Endama Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Neda Mêrgesorî li ser van îdîayên Komela Îslamî yên di derbarê betalkirina encamên hilbijartinên li Herêma Kurdistanê de ragihand, "Doh di encama civîna parlamentoya Iraqê de biryar hat girtin ku dengên wan penaberên herêmên Enbar, Diyala, Selahedîn û Nînowa yên li derveyî welat ji nû de bên hejmartin. Li gor wê biryarê li hemû bajarên Iraqê ji sedî 10ê dengan dê bi dest werin hejmartin. Eger ji sedî 25ê encaman ji yên elektronîkî cudatir be, li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê deng dê ji nû de bi dest bên hejmartin."

Li gor nûçeya BasNewsê Mêrgesorî li dijî daxuyaniya Ehmed Hecî Reşîd diyar kir ku biryara Parlamentoya Iraqê nayê wateya betalkirina encamênr hilbijartinên Herêma Kurdistanê, Kerkûk û deverên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Bi heman mijarî:

Koşka Spî: Amadekariyên hevdîtina Trump-Kim bi awayekî çalak didomin
Yildirim: Çi li rojhilat çi jî li rojavayê Firatê be, em ê wan tune bikin
Li Îranê balafir ket: 2 kes mirin
Li Silêmaniyê 2 kes ji ber gendeliyê hatin cezakirin
Di firtoneya Marîa de herî kêm 4 hezar û 600 kes mirine
'Amerîka li Sûriyeyê ji bo lîstika êrîşa kîmyewî amadehiyê dike'
Etîketan:
Komela Îslamî, PDK, Iraq, Kurdistan, Hilbijartin
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de