05:57 21 Hezîran 2018
Hewlêr - Herêma Kurdistanê

Li Silêmaniyê 2 kes ji ber gendeliyê hatin cezakirin

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê dadgehê bi tawanbariya gendelîkirinê salek cezayê zîndanê da du kesan.

Li gorî nûçeyeke Rûdawê Desteya Destpakî ya Herêma Kurdistanê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama lêkolînekê de li parêzgeha Silêmaniyê de bi tohmeta gendelîkirinê doz li du kesan hat vekirin û di encama dozê de dadgehê ji bo wan her du kesan 7 sal cezaya zîndanê birî.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan kesan di îhaleyan de sixtekarî kiriye û bi pereyên xelkê karên xwe kirine û hat gotin ku cezayê yekî yê 7 salan zindanê, veguheriye milyonek û 972 hezar û 299 dînar, cezayê kesê din ê 7 salan zindanê jî veguheriye 9 milyon û 448 hezar û 500 dînar, ku ew dê van pereyan bidin xezîneya giştî.

 

Bi heman mijarî:

Iraq dihesibîne ku rêkeftina Rosneftê ya bi Herêma Kurdistanê re derqanûnîye
Hakim Azad Hesen Ehmed bû Serokê Dozgeriya Giştî li Herêma Kurdistanê
Maliyeya Kurdistanê: 65% ji dahatên petrolê ji bo muçeyên karmendan diçin
Li Kurdistanê gur ketin nav malan: Zarokek birîndar bû
Tirkiyeyê sînorê Herêma Kurdistanê topbaran kir
Etîketan:
gendelî, Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê, Kurdistan, Silêmanî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de