03:09 18 Hezîran 2018
Şanda PAKê ji aliyê Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin

Mesûd Barzanî pêşwazî li şanda PAKê kir

© Sputnik /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Serokê Giştî yê PDKê û serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şandeke PDKê îro li Herêma Kurdistanê pêşwaziya şanda Partiya Azad a Kurdistanê (PAK) ya di bin serokatiya Mustafa Ozçelik de kir.

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya Partiya Azad a Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyek ragihand ku şandeke partiya wan di bin serokatiya Serokê Giştî yê PAKê Mutafa Ozçelik de çûne serdana Herêma Kurdistanê û li wir Serokê Giştî yê PDKê û serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel endamên Mekteba Sîyasî ya PDKê Azad Berwarî, Berpirsê Peywendiyên Derve Elî Huseyîn, Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Sedat Barzanî û Hêmin Hewramî yê şêwirmendê Mesûd Barzanî, pêşwazî li şanda PAKê kiriye.

Hat gotin ku şanda PAKê ji Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik, cîgirên serokê giştî yên partiyê Kasim Ergun, Feyyaz Ekmen, Mehmet Gul û endamê KBN û berpirsê Herêma Kurdistanê yê PAKê Orhan Kaya ve pêk hatibû.

'PAKÊ BEHSA TIFAKA KURDISTANÎ Û HEVDÎTINÊN XWE YÊN LIGEL HDP Û HUDAPARÊ KIR'

Pêşmerge - PAK
© Sputnik / Hikmet Durgun
Di daxuyaniyê de li ser naveroka civînê de jî ev tişt hatin gotin, "Di vê hevdîtinê de, Serokê Gişti yê PAKê rêzdar Mustafa Ozçelik, di derbarê xebat û siyaset û bîr û rayên PAKê de agahdariyên berfireh da. Herweha di derbarê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan û hevdîtinên ligel HDP û HUDAPARê de agahdarî da, bîr û rayên xwe anîn ziman. Rêzdar Mustafa Ozçelik, di derbarê rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de jî bîr û rayên xwe anîn ziman."

Herwisa hat diyarkirin ku Barzanî jî di civînê de agahiyên li ser rewşa Herêma Kurdistanê, Iraqê û encamên hilbijartinên 12ê Gulanê da û bîr û rayên xwe anîn ziman.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hevdîtina şanda PAKê ya ligel Mesûd Barzanî û şanda PDKê di astmosfereke ferm û gelekî berhemdar de derbas bûye.

Bi heman mijarî:

PAK: Me û HDPê li ser mafê statûya siyasî ji bo Kurdistanê li hev kiribû
PAK: Em Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg û hemû şehîdên Kurdistanê bibîrtînin
PAK û PDK-Î li hevdu civiyan
Ji PAK û PSKê daxuyaniya jenosîda Helebçeyê
PAK: Dixwazin tiştên anîne serê ermen û rûman, bînin serê Efrînê jî
Etîketan:
pêşwazîkirin, Serokê Giştî yê PDKê, Serokê Giştî yê PAKê, Mustafa Ozçelik, Mesûd Barzanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de