09:11 18 Hezîran 2018
Tevgera Goranê li Herêma Kurdistanê

Tevgera Goranê YNK bi 'xiyanetê' sûcdar kir

© AP Photo / Yahya Ahmed
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Yek ji berpirsên Tevgera Goranê Peyam Ehmed rexneyên giran li YNKê kir û got, kesên ku Kerkûk radestî Heşda Şeibî û artêşa Iraqê kir, divê werin darizandin û sizakirin.

Li gorî nûçeya Basnewsê berpirsê maseya Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Tevgera Goranê rexneyên giran li YNKê girtin û parast ku wê bi radestkirina Kerkûkê ya di dema 16ê Cotmehê de xiyanet li Kurdistanê kiriye.

Ehmed anî ziman ku li gorî qanûnên cîhanê her kesê ku xak û welatê xwe bifiroşe û xiyanetê bike divê were cezakirin û got, "Ji ber wê jî yên ku Kerkûk radestî Heşda Şeibî û artêşa Iraqê kir, divê werin darizandin. Wan şer nekir û bi hêsanî Kerkûk firotin. Ev jî bû sedem ku hêzên Pêşmerge û xelkê Kerkûkê şok bibin."

Berpisê Goranê destnîşan kir ku heta niha nayê zanîn ji bo Kerkûk hat firotin û got, "Lê divê ew lijneya ku ji aliyê parlamentoyê ve ji bo rûdanên 16ê Cotmehê hatiye avakirin, bi awayekî cidî bide pey wê mijarê û kesên sûcdar bibîne."

Li gori Peyam Ehmed, ger YNKê di 16ê Cotmehê de şer bikira û dîsa jî Kerkûk bihata dagirkirin, dê ev tiştek din buya û anî ziman ku wê deme kesî nikarîbû bigota, ‘YNKê xiyanet kir' lê mixabin şer nekir û bajar radest kir.

Bi heman mijarî:

Tevgera Goranê derbarê boykotkirina Parlamentoya Iraqê de daxuyanî da
Tevgera Goranê Parlamentoya Iraqê boykot dike
Parlamenterekî Tevgera Goranê ji partiya xwe îstifa kir
Li Silêmaniyê li hemberî Tevgera Goranê êrîş pêk hat: 6 kes birîndar bûn
Goranê ji bo Efrînê daxuyaniyek da
Goranê ji bo Salih Muslim ji parlemen û hikûmeta Kurdistanê daxwazek kir
Etîketan:
xiyanet, Berpirsê Maseya Parlamento û Hikûmeta Kurdistanê yê Tevgera Goranê, Peyam Ehmed, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de