04:11 22 Hezîran 2018
Sîdekan-Kurdistan

2 Kolberên kurd rastî êrişa pasdaran hatin, yek jê bi giranî birîndar bû

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Du hemwelatiyên kurd ên Îranê ku di navbera Iranê û Herêma Kurdistanê de kolberiya kel û pelan dikirin li devera Kêleşînê ya nehyeya Sîdekanê rastî êrişeke pasdarên Îranê hatin.

Berdevkê qeza Soranê Rayit Hewar Erguşî ragihand ku şevê din demjimêr 9ê şevê du hemwelatiyên rojhilatê Kurdistanê ku di navbera Iranê û Herêma Kurdistanê de karê kolberiyê dikin li devera Kêleşînê ya nehyeya Sîdekanê rastî êrişeke pasdarên Îranê hatye

Yek ji wan welatiyan ê bi navê Samî Farûq (32) bi dijwarî birîndar bûye. Faruq ji ber giraniya birîna ji nexweşxaneya Soranê bo Nexweşxaneyê Tengaviya li Hewlêrê hatiye veguhestin û niha jî li Hewlêrê tê dermankirin.

2 Kolberên kurd rastî êrişa pasdarê Îranê hatin, welatiyê bi navê Samî Faruq bi giranî birîndar bû
© Sputnik /
2 Kolberên kurd rastî êrişa pasdarê Îranê hatin, welatiyê bi navê Samî Faruq bi giranî birîndar bû

Herwiha da zanîn ku welatiyê din ji êrişê filitî ye û rewşa jî baş e û ew jî reviyaye û xwe derbasî sînorê Herêma Kurdistanê kiriye.

Bi heman mijarî:

Vê carê kolberên kurd ji mirinê rizgar bûn, lê hespên wan dîsa hatin kuştin
Kolberên kurd dîsa rastî êrişê hatin: 2 kuştî û 2 jî birîndar
Pasdarên Îranê 2 kolberên kurd kuştin
Ji ber kuştina kolberên Kurd xelkê bi ser qaymeqamtiyê de girt
8 kolberên kurd bi guleyên leşkerên Îranê hatin kuştin
Ji serê sala 2017an ve 144 kolberên kurd li sînorê Îranê bûne qurbanî
Etîketan:
Jiyan, Birîndar, êriş, Kel û pel, Kolber, Pasdarên Îranê, Samî Faruq, Rayit Hewar Erguşî, Îran, Kurdistan, Soran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de