05:57 21 Hezîran 2018
Hêzên Pêşmerge

Kerkûkê bi lezgînî ji Hewlêrê daxwaza alîkariyê kir

© REUTERS / Thaier Al-Sudani
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Li gor zanyariyên berdest, milîsên Heşda Şeibî û polîsên federal ên Iraqê ereban li herêma kurdan a bajarokê Sergerana girêdayî Kerkûkê bi cih dike.

Midûrê Nahiya Sergeranê Loqman Huseyn di daxuyaniya xwe de got: "Piştî bûyera 16ê Cotmehê dagirkeriya milîsên Heşda Şeibî û hêzên iraqî dewam dike. Ereban li herema kurdan bi cih dikin û kesên têne bicihkirin çekan jî didin wan."

Loqman Huseyn di berdewamiya axaftina xwe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza alîkariya lezgîn kir û got: "Erebên ku li derdora gundê Pelkanê hatin bicihkirin, êrişî kurdan dikin û çandiniya wan asteng dikin. Daxwaza me ji hikûmeta Kurdistanê ku li hemberî vê neheqiyê bêdeng nemîne û alîkariya me bike."

Huseyn di dirêjiya axaftina xwe de got: "Divê bi awayekî lezgîn hêzên Pêşmerge li herêmê werin bicihkirin û rê li ber erebkirinê were girtin. Eger wiha dewam bike dê hemû gundên kurdan vala bibin."

Bi heman mijarî:

Dr. Ezîz: Bi peymana ligel Rosneftê Kurdistan dê hîn nêzîkî Rûsyayê bibe
Sanri: AKPê nehişt Kurdistan TV mîtinga Qûdsê ya Stenbolê bişopîne
'Ji ber nakokiyên kurdan, Kurdistan û Kerkûk di xeterê de ne'
Li Kurdistan û Iraqê pêvajoya dengdanê dest pê kir
Barzanî li Şeqlawa: Eger PDK bi hêz be li Bexda, Kurdistan bi hêz e li Bexda
Etîketan:
Kerkûk tê erebkirin, Heşda Şeibî, Loqman Huseyn, Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de