22:15 18 Hezîran 2018
Hêzên Iraqê li Kerkûkê

Erebên Kerkûkê dîsa bi ser malên kurdan de girt û şer derxistin

© REUTERS / Stringer
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Hat ragihandin ku şevê din erebên gundê Pelkane yên bi ser bajarokê Sergerana ser bi qeza Dûbiz a Kerkûkê bi ser malên kurdan de girtin û şer derxistin.

Li gor çavkaniyekî ji Midûriyeta Ewlehî ya Sergerana Kerkûkê, hejmareke erebên derdor ên gundê Pelkane çûne mala kurdekî gef li wan kirine û bi wê sedemê şer di navbera wan de derketiye û erebekekî jî çek bikaraniye.

Çavkaniyê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di wî şerî de tu ziyanên canî nebûne û ew erebê ku çek bi kar anî ji aliyê polîsan ve hatiye girtin û kurd jî ji bo lêkolînê hatine vexwendin."

Parlamenterê grûba Partiya Demokrata Kurdistanê Şaxewan Ebdullah derbarê bûyerê de got: "Li Pelkane beisiyan bi hevkariya Eqîd Elîyê ji Polîsê Federalî xedrê li welatiyên me (kurd) dikin, min Wezîrê Navxwe û Polîsê Federalî agahdar kir ku rewşê baş bikin û me neçar nekin ku em ji bo derxistina wan, hêzê bi kar bînin."

Bi heman mijarî:

Dr. Ridwan Badinî: Kerkûk kurd e û di hilbijartinê de ev îspat bû
Talebanî: Di hevdîtinên ligel Bexdayê de divê Kerkûk şertê yekem be
Encamên hilbijartinê yên Kerkûk û Duhokê hatin ragihandin: YNK û PDK yekemîn in
'Ji ber nakokiyên kurdan, Kurdistan û Kerkûk di xeterê de ne'
Li Iraqê herî zêde li Kerkûk û Neynowayê mafên mirovan hatine binpêkirin
Temelli: Hisabê wan dê ji Kerkûk, Efrîn û Amedê vegere
Etîketan:
Erebên Kerkûkê bi ser malên kurdan de girtin, Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de