03:15 18 Hezîran 2018
hilbijartin- Iraq

Ehmed Hacî Reşîd: Heger 10%ê dengan cuda bibin, divê hilbijartin dubare bibin

© Sputnik / Osman Başqali
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 10

Piştî biryara îro 28ê Gulanê ya Parlamentoya Iraqa Federalî ku encamên hilbijartinan derveyî welat û awareyan betal kir û biryara bi destan cudakirina 10%ê dengan da, ji partiyên Herêma Kurdistanê bertek bo vê biryarê hat nîşandan.

Serokê Fraksiyona Komela Îslamî ku yek ji wan partiyên dibêje, sextekarî di hilbijartinan de hatiye kirin, Ehmed Hacî Reşîd derbarê biryara Parlamentoya Iraqê de ji Spûtnîk Kurdistanê re axivî.

Ehmed Hacî Reşîd got, "Parlemantoya lraqê bi piranya dengên beşdar ku 168 parlamentar bûn biryar wergirtiye ku 10 ji sedê dengên hilbijartinên roja 12 Gulanê li seranserê lraqê dûbare bi destî bên hejmartin û heger ji sedî 25 cudahî hebe jî ligel encamên fermî wê hilbijartin bi temamî bên redkirin û hilweşandin û divê ji nû ve hilbijartinên parlamentoyê bên encamdan."

Serokê Fraksiyona Komela Îslamî diyar ku heger dengên derveyî welat tev û dengên taybet ên awareyan bên redkirin û hilweşandin, tenê dengên mesîhiyan nebin û civîna perlemantoyê wê bi vekirî bimîne ta demeke din.

Bi heman mijarî:

HAK-PARê li Amedê namzedên xwe dane naskirin
Li Hatayê êrîşî namzeda HDPê kirin
Parlamentoya Iraqê derbarê hilbijartinan de 2 biryarên nû dan
‘Kirim dibe keleheke ku dagirkirina wê ne pêkan e'
Festîvala Zarokan a Amedê birêve diçe
Hakim Azad Hesen Ehmed bû Serokê Dozgeriya Giştî li Herêma Kurdistanê
Qedexeya li Wanê bo mehekê hat dirêjkirin
Etîketan:
Komela Îslamî, Kurdistan, Iraq, Hilbijartin
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de