00:41 20 Hezîran 2018
Referandum - Kurdistan

Ji bo yekîtiya kurdan hevdîtin dest pê dikin

© AFP 2018 / Delil Souleiman
Kurdistan
Lînkê kurt
0 02

Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) ji bo yekîtiyê ava bikin û bikaribin li Bexdayê pêkve hereket bikin dest bi hevdîtinan dikin.

Yek ji rêvebirê PDKê Elî Huseyn di axaftina xwe de got: "Em dixwazin bi hemû partiyên kurdan re ‘Tifaqa Kurdistanê' ava bikin. Em cudahiyê naxin navbera partiyan û ji bo yekîtiyê em dixwazin bi hemû partiyan re biaxivin. Lê ji niha de hinek partiyan îşareta ku wê di yekîtiyê de cih negrin dan."

Rêvebirê YNKê Arez Ebdullah jî dibêje: "Hinek partiyên kurd dixwazin pêvajoya siyasî ya Kurdistanê şikestinê bixwe. Eger ev partî li Bexdayê jî vê helwesta bidomînin wê xelkeê Kurdistanê zirareke mezin bibîne. Çavê van partiyan tarî bûye, lewma hewl didin hikûmeta Kurdistanê jî hilweşînin. Ev jî dê yekîtiya kurdan qels bike."

Li gor encamên fermî yên hilbijartinê li Iraqê tu partî an jî blok bi tena serê xwe nikare hikûmetê ava bike. Partiyên kurdan PDK û YNK jî ji bo beşdariya hikûmeta nû ya Iraqê bibin hefteya borî derbasî Bexdayê bibûn.

Bi heman mijarî:

PDK û YNK bi Fuad Mehsûm re civiyan: Divê posta serokomariyê ji kurdan re be
Encamên hilbijartinê yên Kerkûk û Duhokê hatin ragihandin: YNK û PDK yekemîn in
Encamên destpêkê yên 4 parêzgehan hatin ragihandin: Li Hewlêr PDK, Silêmanî YNK yekemîn e
PDK, YNK û Goran li derveyî welat çiqas deng standin?
‘PDK û YNK nikarin Herêma Kurdistanê bi rê ve bibin’
PDK, YNK û Yekgirtû ji bo diyarkirina namzedê nû yê parlamentoyê kom dibin
Etîketan:
YNK, PDK, Elî Huseyn, Arez Ebdullah, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de