13:30 23 Hezîran 2018
Kerkûk

Talebanî: Di hevdîtinên ligel Bexdayê de divê Kerkûk şertê yekem be

© AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Meclisa Bajarê Kerkûkê Rêbwar Talebanî di axaftina xwe bangî partiyên Kurdistanê kir û ragihand ku di hevdîtinên ligel Bexdayê de divê şertê yekem meseleya Kerkûkê be.

Serokê Meclisa Bajarê Kerkûkê Rêbwar Talebanî di axaftina xwe de got: "Partiyên Kurdistanê ku di hilbijartinê de serkeftin bi dest xistin PDK û YNK di hevdîtinên avakirina hikûmeta nû ya Bexdayê de divê şertê wan ê yekemîn rewşa Kerkûkê be. Çimkî erebên sunî jî van şertan dixin pêş. Divê kurd bi şertê bidawîanîna rewşa leşkerî ya Kerkûkê beşdarî hikûmeta Bexdayê bibin. Hetanî ev şert neyê qebûlkirin divê di hikûmetê de cih negrin."

Rêbwar Talebanî di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Li Kurdistanê di hibijartinê de PDK yekem û YNK jî duyem derket. Niha nûnerên herdu partiyan jî li Bexdayê ji bo avakirina hikûmetê bi partiyên şiî re hevdîtinan pêk tînin. Li gor min divê herdu partî bi şertê bicihanîna madeya 140emîn di hikûmeta nû ya Bexdayê de bi cih bibin. Divê em wek berê bi sozan neyên xapandin. Dema ereb û şiî hikûmetê ava dikin sozên ku didin kurdan jibîr dikin."

Bi heman mijarî:

Dr. Ridwan Badinî: Kerkûk kurd e û di hilbijartinê de ev îspat bû
Encamên hilbijartinê yên Kerkûk û Duhokê hatin ragihandin: YNK û PDK yekemîn in
'Ji ber nakokiyên kurdan, Kurdistan û Kerkûk di xeterê de ne'
Temelli: Hisabê wan dê ji Kerkûk, Efrîn û Amedê vegere
Mela Bextiyar: Şîeyan Kerkûk bi destê Îranê dagir kir
Etîketan:
YNK, PDK, Rêbwar Talebanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de