15:52 19 Hezîran 2018
Mesûd Barzanî

Barzanî ji bo sersaxiya Şepol nameyekê şand

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî bi munasebeta wefata Dr. Muhammed Salih Îbrahîm ji malbata wî re nameyekê şand.

Dr. Îbrahîmî meha borî di encama qeyrana mêjî de ketibû nexweşxaneyê û duh hat ragihandin ku wefat kiriye. Dr. Îbrahîmî ji Kurdistana Îranê bû bi xebatên xwe yên li ser kurdan dihat nasîn. Mesût Barzanî îro bi munasebeta wefata Îbrahîmî ji malbata wî re nameyekê sersaxiyê şand.

Barzanî di nameya xwe de anî ziman ku "Ez di vê roja xembar de ji dil û can silavê li hemû malbata we ya têkoşer dikim. Ez xemginiya we ya malbata we û ya gelê Mihabadê yê niştimanperwer di dil de hîs dikim."

Barzanî di dawiya nameya xwe de destnîşan kir ku: Mamoste Şepol wek nivîskarekî, wek tercumanekî, wek rojnamegerekî û wek rewşembîrekî di pêşveçûna edebiyata kurdî de gelek emekdar bû.

Bi heman mijarî:

Birayê mezin ê Malmisanij wefat kir: Li Pîranê spartin axê
Girtîyê nexweş Celal Şeker vê sibehê wefat kir
Nivîskar û wergêrê kurd ê Rojavayî Huseynî wefat kir
Hevjîna Mîrê kurdên êzidî wefat kir
Etîketan:
malbata barzaniyan, teziye, şepol, herêma kurdistanê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de