09:57 19 Hezîran 2018
Goran

Goran: Boykota siyasî jî di nav de hemû bijarde li ber me ne

© Foto : Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Civata Nîştîmanî ya Tevgera Goran piştî civîna xwe ya li Silêmaniyê pêk anî ragihand ku boykota siyasî ya Iraqê jî di nav de hemû bijarde li ber wan in.

Civata Nîştîmanî ya Tevgera Goran piştî civîna îro 26ê Gulanê ya li bajarê Silêmaniyê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em wê sextekariya birêxistî ya YNK û PDKê şermezar dikin, ku dengê bi sedan hezar hemwelatiyên Kurdistanê hate dizîn û herwiha mafê hemwelatiyan hate binpêkirin."

Civata Nîştîmanî ya Goranê diyar kir, ew li hêviya rêkarên yasayî ne hilbijartinên parêzgehên Herêma Kurdistanê, Kerkûk û Mûsilê werin dubarekirin û ji bo vê jî hewldanên siyasî û dîplomatîk werin dayîn.

BIRYARA DAWÎN PIŞTÎ ŞÊWRA PARTIYÊN DIN TÊ STANDIN

Tevgera Goran herwiha destnîşan kir, boykota siyasî jî di nav de hemû bijarde li pêşiya Tevgera Goran vekirî ne û dê biryara dawîn piştî şêwra Yekgirtû, Komel, Tevgera Îslamî, Partiya Komûnîst û Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê bistînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî eşkerebûna encamên hilbijartinên 12ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê, Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî, Komela Îslamî, Tevgera Îslamî, Partiya Komûnîst û Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê li ser îdiayên sextekariyê ragihandibûn ku ew encaman qebûl nakin.

Bi heman mijarî:

Dê 500 xwendekarên Sûriyeyî li zanîngehên rûsî perwerde bibin
YSKê biryara barkirina sindoqan da: Biryar bandorê li dengdêrên kurd dike
Mîtinga HDPê ya Kolnê birêve çû: Destûr nedan 2 siyasetmedarên HDPyî biaxivin
Ji parêzgarê Duhokê daxuyaniya bûyera girtîgehê: Şer derneketiye
PYD: Ti eleqeya me bi peymana di navbera HSDê û Amerîkayê de tineye
Etîketan:
Kurdistan, Iraq, Goran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de