06:59 22 Hezîran 2018
Duhok - Dihok - Dihokê - Rêya Dihokê - Herêma Kurdistanê

Ji parêzgarê Duhokê daxuyaniya bûyera girtîgehê: Şer derneketiye

© Sputnik / Ekrem Altun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Parêzgarê Duhokê Ferhad Etrûşî derbarê bûyera li Girtîgeha Çaksazî ya Duhokê ragihand ku girtiyekî 3 caran cezayê îdamê li ser hatiye sepandin, agir berdaye û di encamê de girtiyên din can dane.

Parêzgarê Duhokê Ferhad Etrûşî di civîneke çapemeniyê de li ser bûyerê da xuyakirin ku di girtîgehê de şer derneketiye û girtiyekî bi navê Sadam, ku 3 caran cezayê îdamê li ser hatiye sepandin, xwestiye deriyan bişkîne û alozî çêbûye û wî kesî agir berdaye jûra xwe.

Etrûşî got, di encama bûyerê de li beşa "girtiyên terorê" 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û 12 kes jî birîndar bûne.

Parêzgarê Duhokê da zanîn ku hinek girtiyên ku cezayê sêdaredanê li ser wan heye hewl dane deriyan bişkînin û birevin derve lê serkeftî nebûne.

Etrûşî bi bîr xist ku ti destwerdanek ji derve nebûye û ti pevçûnek di navbera ti aliyekî de çênebûye û bûyer di encama agirberdana girtiyekî de çêbûye û yên din jî ligel wî fetisîne.

Ferhad Etrûşî herwiha ragihand, ku di Zîndana Çaksazî ya Duhokê de hezar û 415 zîndanî hene, ji wan hezar û 35 kesan ceza wergirtine û di nava wan de 340 kes bi tometa "Madeya Terorê" cezayê mûebed anku heta hetayê wergirtine.

 

 

Bi heman mijarî:

Cîgira nû ya wezîrê karê derve ya DYAyê, bi kurdî jî dizan e
'Yên di meha mibarek a Remezanê de êrîş dikin nikarin ti tiştekî bidin milet'
PYD: Ti eleqeya me bi peymana di navbera HSDê û Amerîkayê de tineye
'Hevkariya bi şîrketên almanan re hat rawestandin'
Li Idlibê teqîn: 2 sivîl mirin, 50 kes jî birîndar bûn
Etîketan:
Alozî, Girtîgeh, Dihok, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de