13:30 23 Hezîran 2018
Girtîgeh

Li girtîgeha Duhokê alozî: 7 mirî û 50 birîndar hene

© AP Photo / Vincent Thian
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li girtîgeha bajarê Duhokê di navbera girtiyan de şer derketiye û agir bi girtîgehê ketiye. Li gor agahiyên dawî di encama aloziya ku li girtîgehê rû daye de, 7 girtiyan can daye û bêhtirî 50 kes jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyên destpêkê mirî û birîndar hene. Tê ragihandin ku 7 kesan can daye.

Li gor agahiyên ku medya Herêma Kurdistanê dide, di Girtîgeha Zirka ya Çaksazî ya Duhokê de di navbera du aliyan de pevçûn derketiye, girtiyekî agir berdaye xwe û 7 kesan jiyana xwe dest daye.

Tê ragihandin ku aloziya nav girtîgehê piştî pevçûna navbera girtîyekî bi navê Saddam û grubeke din rû daye û piştre bi pevçûnê re alozî zêde bûye.

Hat diyarkirin ku girtîyê ereb ê bi navê Saddam agir berdaye bedena xwe û ji xeynî kesên di wê pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane, 3 karmendên girtîgehê jî birîndar bûne û hejmareke din a birîndaran heye.

Birîndar bo nexweşxaneya Hawarçûnê ya Duhokê hatine veguhestin û li ser bûyerê lêkolîn berdewam dike.

Li gor nûçeya K24ê jî di pevçûna navbera mehkûman û polîsan de, 7 girtî mirine û hinek polîs jî birîndar bûne û bûyer ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye kontrolkirin.

Li gor zanyariyan di Girtîgeha Zirka ya Duhokê de, bêhtirî 400 girtiyên ereb dimînin ku piraniya wan bi tohmeta DAIŞê hatine girtin.

 

Bi heman mijarî:

'Hevkariya bi şîrketên almanan re hat rawestandin'
Li Idlibê teqîn: 2 sivîl mirin, 50 kes jî birîndar bûn
Karamollaoglu bertek nîşanî polîsên tirk da: Li dijî bûyerê bêdeng man
Tirkiyeyê bo mitînga HDPê bertek nîşanî Almanyayê da
Dr. Ezîz: Bi peymana ligel Rosneftê Kurdistan dê hîn nêzîkî Rûsyayê bibe
'Hilavêtinek Yuriy Dolgorukiy, bi qasî 160 bombeya Hîroşîmayê ye'
Etîketan:
Girtîgeh, Şer, Duhok, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de