04:58 22 Hezîran 2018
Gazprom - Rosneft - Rûsya

Dr. Ezîz: Bi peymana ligel Rosneftê Kurdistan dê hîn nêzîkî Rûsyayê bibe

© Sputnik / Mikhail Fomichev
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 10

Akademîsyenê beşa aboriyê Dr. Newzad Ezîz li ser peymana duhî ya di navbera Herêma Kurdistanê û şîrketa rûsî Rosneftê de diyar kir ku ew berdewamiya rêkeftina beriya pêvejoya 16ê Cotmehê ya di navbera herdu aliyan de ye. Ezîz derbirî ku di navbera Kurdistanê û Rûsyayê de peywendiyeke kevn da siyasî û civakî jî heye.

Hikumeta Herêma Kurdistanê bi rêya Wezîrê Samanên Siruştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî li Rûsya ligel şîrketa petrolê ya rûsî, Rosneftê peymanek îmza kir, da ku di warê petrol û xaza siruştî ya Herêma Kurdistanê de bi hevdu re zêdetir bixebitin.

Derbarê mijarê mamsteyê zanîngehê û pisporê aborî û petrolê Dr. Newzad Ezîz ji bo Sputnik Kurdistanê axivî û got, "Ew peyamana duhî di navbera hikumeta Herêma Kurdistanê û şîrketa Rosnefta rûsî de hatiye îmzakirin, berdewamiya wê rêkeftinê ye, ku beriya çend salan di navbera herdu aliyan de hatiye îmzakirin, bi taybetî beriya pêvajoya 16ê Cotmeha sala par."

‘KURDISTAN LIGEL RÛSYAYÊ XWEDIYÊ PEYWENDIYEKE KEVN E'

Dr. Ezîz anî ziman ku Herêma Kurdistanê û welatê Rûsyayê xwediyê peywendiyeke kevn a siyasî û civakî ye û di warê aborî de jî Herêma Kurdistanê di warê nexşeya aborî, petrol û xazê de li cîhanê cihekî girîng girtiye: "Îmzakirina vê rêkeftinê nîşanê wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê karî peywendiyên xwe yên aborî ligel Rûsya bi cih bîne. Sala par serdana serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Rûsyayê û beşdarbûna wî ya ji bo 21em Zîrweya Aborî, ku li bajarê St. Petersburgê hat lidarxistn, herwisa hevdîtina wî ya ligel birêz Vladimir Putin û rayedarên Rûsyayê û şîrketa Rosneftê, di navbera herdu aliyan de sazkirin û destpêka xurtbûna peywendiyên aborî bû."

‘HERÊMA KURDISTANÊ DIXWAZE JI ŞAREZAYIYA RÛSYAYÊ SÛDÊ WERBIGIRE'

Dr. Newzad Ezîz li ser daxwaza Kurdistanê ya ji bo xurtkirina peywendiyên ligel Rûsyayê got, "Rast e di warê leşkerî de Amerîka û welatên rojava bêtir alîkariya Herêma Kurdistanê dikin, lê helwesta Rûsyayê jî li hemberî doza gelê kurd helwesteke pir baş e û Herêma Kurdistanê jî dixwaze di warê hemû aliyan de peywendiyên xwe ligel welatên cîhanê ava bike. Rûsya jî welatekî pir mezin û girîng e û rola xwe di hemû astên navdewletî û herêmî de heye û Herêma Kurdistanê dixwaze peywendiyeke aborî ligel Rûsyayê ava bike û sûdê û qezencê ji şarezayî û karînên welatê Rûsyayê werbigire. Gelê kurd ji 1946a vir ve ligel Rûsyayê xwediyê peywendiyeke siyasî û civakî ye û niha dixwaze peywendîya xwe ya aborî jî zêde bike."

Dr. Newzad Ezîz
© Sputnik / Osman Başqali
Dr. Newzad Ezîz

‘BI VÊ PEYMANÊ KURDISTAN WÊ HÎN NÊZIKÎ RÛSYAYÊ BIBE Û ABORIYA WÊ DÊ BAŞTIR BIBE'

Dr. Newzad Ezîz jib o bandorên vê peymanê yên li ser Herêma Kurdistanê jî derbirî ku dê bandorên wê yên erênî hebin û ev tişt gotin, "Bêguman him di warê sİyasî de û him jî di warê aborî de ev peymana ligel şîrketa Rosneftê dê bandorên erênî li ser rewşa Herêma Kurdistanê hebin. Yek, nêzîkbûna ligel Rûsyayê ji bo herêmê pir baş e, dudu jî rewşa aboriya herêmê wê baştir bibe. Li Herêma Kurdistanê 700 milyar lître xaza siruştî heye û di warê şandina xaza siruştî ya ji bo welatên Ewropayê de piştî Rûsya, Qeter û Siûdiyê xwediyê roleke pir mezin e. Herwisa ligel vê yekê Herêma Kurdistanê dikare sûdê ji aramiya siyasî, leşkerî û aborî ya xwe werbigire û baweriyê bi welatên mezin bîne, ku berjewendiyên xwe li herêmê bibînin û beşdarî wê bibin."

Dr. Ezîz di dawiya axaftina xwe de got, "Niha em dikarin bibêjîn ku di nexşeya petrol û xaza siruştî ya cîhanê Herêma Kurdistanê cihekî pir girîng e û bûye bazareke baş a petrol û xazê. Ez bawer dikim ku Herêma Kurdistanê wê bibe xwediyê siberojeke pir ge, ji ber ku hatina şîrketên welatên mezin û karkirina di warê petrol û xaza herêmê de bandoreke rasterast li ser dike."

Bi heman mijarî:

Tirkiyeyê sînorê Herêma Kurdistanê topbaran kir
Rosneftê bi Herêma Kurdistanê re rêkeftina pêşxistina bazirganiya gaze imza kir
Komîsyona hilbijartinên Herêma Kurdistanê biryareke nû girt
Amadehiyên hilbijartina Kurdistanê dest pê kirin
Di operasyona bi ser Herêma Kurdistanê de, 2 leşkeran can da
Etîketan:
Akademîsyenê aboriyê, Dr. Newzad Ezîz, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de