15:41 19 Hezîran 2018
Alaya Kurdistanê

'Îsbat bû ku ti kes nikare serokê dîrokî yê kurdan piştguh bike'

© AP Photo / Bilal Hussein
Kurdistan
Lînkê kurt
0 20

Nivîskarê urdunî Salih Qelab di malpera el Cerîdeyê de nivîsek derbarê rol û mafê kurdan de nivîsî û teqez kir ku "kurd li Iraqê aktorekî sereke ne" û ne pêkan e ku ew û serokê wan ê "dîrokî kak Mesûd Barzanî" werin piştguhkirin. Herwiha Qelabî teqez kir ku divê kurd li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê bibin xwedî dewlet.

Qelab nivîsa xwe wiha dest pê dike: "Hilbijartina Iraqê ya dawî îsbat kir, bi taybetî li Kurdistanê ku kak Mesûd Barzanî aktorekî sereke ye, çi di hevkêşeya hêzên Mezopotamyayê de û çi jî di hevkêşeya kurdî de be. Êdî diyar bû ku lîstika herêmî nekarî xêzekê deyne ser wî yan jî pêgeha wî ya serokatiyê ya pêşeng qels bike. Delîla vê jî ew e ku kesên komplo lê kirin, çi ji zarokên neteweya wî çi ji 'birayên neyar' bi awayekî mezin hêvîşkestî bûn. Di vê hilbijartinê de piştrast bû ku tenê tiştê raste rast derdikeve û tiştê rast jî ew e ku mirov nikare kurdan û serokê wan ê dîrokî ji ti hevkêşeya li vê herêmê derxîne ku wisa diyar e guhertinên bingehîn tê de çêdibin."

"HETA KURD LI HER ÇAR WELATAN NEBIN DEWLET, ISTIQRAR Û ARAMÎ NAYÊ HERÊMÊ"

Nivîskarî teqez kir ku mafê gelê kurd wek hemû gelên herêmê li her çar dewletên ku li wan dijîn, Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê bibin xwedî dewlet û divê mafên xwe yên meşrû bistînin û wiha got: "Çi hewla piştguhkirina vî gelê gewre ji hevkeşeyên herêmî tenê tê wê wateyê ku aramî û istiqrar neyê vê herêmê."

"BARZANÎ Û TALEBANÎ ŞAŞIYEKE MEZIN KIR KU BÛN HEVPEYMANÊN PEYREWÊN ÎRANÊ"

Li gorî nivîskarî, piştî ruxandina rejîma Serokê Iraqê yê berê Sedam Huseyinî, şaşiyeke gelekî mezin bû ku serokên kurdan, Mesûd Barzanî û Celal Talebanî hevpeymanî bi "peyrewên Îranê yên mezhepperest" re girêdan û pişta xwe da erebên şîî û sunî yên ku Serokê Tevgera Sedirê Muqteda el Sedir niha nûnerîtiya wan dike.

"KÊŞEYA KURDAN NE BI EREBAN RE YE LÊ BI TIRKIYE Û ÎRANÊ RE YE"

Qelab di berdewamiya nivîsa xwe de dubare teqez dike ku mafê kurdan çarenûsê mafê kurdên Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê ye û dibêje: Kêşeya kurdan ne li gel ereban e, çi netewe û çi wek gel û dewlet lê kêşeya wan bi Tirkiyeyê re ye, wek dewlet ûrejîm û herwiha bi hinek partiyên wê yên neteweperest ên tundrew re ye. Herwiha Îranê, rejîma wê û hêzên sereke yên biryarder re ye."

"PIŞTÎ REFERANDÛMÊ KURDAN DEST BI RÊKÛPÊKKIRINA KARTÊN XWE KIRIYE"

Di berdewamiya nivîsê de Qelab referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bi bîr tîne û wê wek serpêhatiyeke tehl bi nav dike û dibêje ku divê kurd kartên xwe ji nû ve birêkûpêk bikin û wiha dewam dike: Tiştê diyar e ew e ku vê birêkûpêkkirinê dest pê kiriye."

Bi heman mijarî:

Tirkiye 8 welatiyên Herêma Kurdistanê rasdestî ASAyê kirin
Ji bo hilbijartinan 146 namzedên jin ên Herêma Kurdistanê hene
Li Kurdistanê ji bo hilbijartinan Parlementoya Iraqê dema bangeşanê dest pê kir
Ebdulla: Tirkiyeyê heta niha ti bersivek nedaye Iraq û Kurdistanê
Çîroka sê jinan: Li ser serê çiyayekî Kurdistanê bi tena serê xwe dijîn
Hikûmeta Herêma Kurdistanê 9ê Nîsanê roja azadkirina Iraqê weke betlane ragihand
Parlamenterê heyeta HDPê ji bo serdana Kurdistanê ji Spûtnîkê re axivî
Etîketan:
Selah Qelab, Celal Talebanî, Mesûd Barzanî, Sûriye, Tirkiye, Iraq, Kurdistan, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de