17:12 23 Hezîran 2018
Kurdistan referandûm - Kurdên Sûriyê

"Amerîka dixwaze kurd di hikûmeta nû de xurt bin"

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hêzên kurdî yên ji encamên hilbijartina federal ne razî ne, daxwazeke amerîkî ya qayimkirina 'giraniya kurdî' di ' di gotûbêjên hikûmeta nû ya Iraqê de dinirxînin ku Amerîkayê ji wan xwestiye, dest ji boykotkirina pêvajoya siyasî berdin.

Li gorî nûçeya rojnameya erebî Al Hayat, encamên hilbijartina Iraqê nakokî û perçebûna hêzên kurdî zêde kirine û wiha dewam dike: Sê partî ku ew jî Partiya Demokrata Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî, Yekîtiya Niştmaniya Kurdistanê bi serokatiya hevsera serokkomarê Iraqê yê rehmetkirî Celal Talebanî û Nifşê nû bi serokatiya siyasetvanê ciwan Şaswar Ehdilwahid gotûbêj cuda li Bexdayê dikin da ku tev li hikûmeta bê bibin û şeş partiyên din jî gefa boykotkirinê dixwin ji ber îdîayê sextekariyê di encaman (ên hilbijartinê) de.

Raport balê dikişîne ser serdana Nûnerê Serokê Amerîkayê Brett McGurk bo Silêmaniyê û civîna wî li gel serokên partiyên kurdî û wiha dibêje: McGurk di cîvînên cuda li gel serkirdayetiyê YNK Mele Bextiyar de xwest ku helwesta kurdan were yekkirin û bangî wan kir ku zûka bigihêjin ecamekê da ku hikûmeta nû damezirînin".

Bi heman mijarî:

Iraq: Bexda li bendê ye ku Kurdistan encamên referandûmê hilweşîne
Têkiliyên Kurdistan û Almanyaye geş dibin
‘Niha firsende Kurdistan were perçekirin'
Li ser malpera Ajansa Sputnik Kurdistan wêneyên Rihayê
Berdevkê Pêşmerge: DAIŞ li Kurdistan û Iraqê hêj jî neqediyaye
Etîketan:
Brett McGurk, Silêmanî, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de