01:30 23 Hezîran 2018
Deriyê sînor

Deriyê sînor ê Helebçe û Kirmaşanê dîsa hat vekirin

© REUTERS / Reuters TV
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Deriyê sînor ê di navbera Helebçe û Kirmaşanê ji bo bazirganî û Çûn û hatina welatiyan dîsa vebû. Rojane nêzîkî 450 barhilgir kelûpel di wî deriyê sînor re derbas dibin.

Pêşmerge
© AP Photo / SAFIN HAMED
Hikûmeta Iraqê sê meh dem daye daku 13 fermangeh li deriyê sînorî werin vekirin, eger fermangeh dest bi kar nekin, îhtîmal heye deriyê sînorî bêne girtin.Deriyê sînor ê Pişte berî niha vekirî bû, lê di 10ê Sibatê de hikûmeta Iraqê bi hinceta ku ne fermî ye, ew derî girtibû.

Ev nêzîkî 25 sal e deriyê sînor ê Pişte yê di navbera Herêma Kurdistanê û Iranê de vekiriye û hemû kelûpelên bînesazî ji wir têne hawirdekirin û kelûpelên elektrîkê têne hinardekirin. Wisa tê texmînkirin ku dahata rojane ya ji wî deriyê sînor 95 milyon dînar e (Kêmzêde 79 hezar dolar).

Roja 10-02-2018an bi biryara yekalî ya hikûmeta Iraqê deriyê sînorî yê Sertek — Pişte hat girtin, piştî girtina deriyê sînorî hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar ji bo vekirina deriyê sînorî, li gel hikûmeta Iraqê berdewam bû, herî dawî îro bi rizamendiya Îranê û hikûmeta navendî ya Iraqê ev derî cardin hat vekirin.

Hêjayî gotinê ye ku berî girtina deriyê sînorî yê Pişte, rojane 534 ajovan û zêdetirî hezar bazirgan û karker li ser wî deriyê sînorî kar dikirin.

Bi heman mijarî:

Fermandar Zebarî: Deriyê sînor ê Sêmêlka vekiriye
Milîtanan li sînor êrişî leşkeran kir: 4 parastvanên deriyê sînor hatin kuştin
Deriyê sînor ji bo 4 rojan vedibe
Îranê deriyê sînor ê Herêma Kurdistanê vekir
Deriyê sînor piştî 5 salan dîsa vebû
Etîketan:
Çûn û Hatin, Aborî, Dêriyê Sînor, Kirmanşan, Helebçe
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de