15:49 19 Hezîran 2018
Pêşmerge

Ji Kanadayê daxuyaniya Pêşmerge

© AP Photo / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Generalê artêşa Kanadayê Sillveyn Laperi di axaftina xwe de ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê tektîkên xwe yên şer guherandiye.

Generalê artêşa Kanadayê Sillveyn Laperi li Hewlêra paytexta Kurdistanê di axaftina xwe de got: "Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê tektîkên xwe yên şer li Iraq û Herêma Kurdistanê guherandiye. Hetanî tehdîdên DAIŞê yên ser Kurdistanê dewam bikin wê piştgiriya me ji bo hêza Pêşmerge dewam bike."

Sillveyn Laperi di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di mayîna me ya Herêma Kurdistanê de tu guherîn tuneye. Baregeha leşkerî ya Kanadayê li Hewlêrê bi helîkopter, bi yekîneya xwe ya taybet û bi tîma tendirustiyê wê xizmeta xwe ya şêwirmendî û alîkariyê bo Pêşmerge bidomîne."

Bi heman mijarî:

Kanada û Amerîka alîkariyên leşkerî ji Pêşmerge re dişîne
Kanada hêzeke nû dişîne Herêma Kurdistanê
Kanada dê li dijî îslamîfobiyê têbikoşe
Kanada wê alîkariyê bişîne ji pêşmergeyan re
Yawer: Wê Kanada çekan bide Pêşmerge
Etîketan:
Generalê kanadayî, Sillveyn Laperi, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de