15:41 19 Hezîran 2018
Kampa penaberan

Li Duhokê agir girte kampa penaberan: Keçeke ciwan canê xwe ji dest da

© REUTERS / Mohamed Azakir
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku agir girte kampa penaber a Xankê ya bi ser navçeya Sêmêla Duhokê. Di şewatê de keçeke ciwan canê xwe ji dest da.

Li gor daxuyaniya berdevkê Polîsê Parastina Şaristanî yê Duhokê Bêwar Ebdulezîz, êvarî agir bi kampa penaberên êzdî ket û çar kon şewitîn. Di encama şewatê de keçeke ciwan a 17 salî ji ber şewatê canê xwe ji dest da.

Li gor çavkaniyên herêmî, keça 17 salî bi navê Şîrîn Xalid e û ji herêma Guhbel a girêdayî Şingalê ye.

Di nava kampa penaberan de zêdetirî 4 kon hene.

Bi heman mijarî:

Encamên hilbijartinê yên Kerkûk û Duhokê hatin ragihandin: YNK û PDK yekemîn in
Li Duhokê lehî rabû: Herî kêm 4 kes mirin
Çavdêrên siyasî û gel hilbijartinên li parêzgeha Duhokê nirxandin
Li Duhokê keçeke kurd a Êzdî kuştî hat dîtin
Li Duhokê di navbera du malbatan de şer derket: 3 kes hatin kuştin
Etîketan:
Li Duhokê kampa penaberan şewitÎ, Duhok, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de