00:53 20 Hezîran 2018
Leşkerên tirk li nav sînorên Herêma Kurdistanê - Çiyayên devera Bradostê

'Artêşa Tirkiyê derketiye ser çiyayê herî bilind ê Bradostê'

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 02

Artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna PKKê li nav sînorên Herêma Kurdistanê her roj pêşdetir diçe ku niha hêzên xwe derxistine ser çiyayê herî bilind ê devera Bradostê.

Ebdulrezaq Biradostî muxtarê gundê Bermîze yê kêleka çiyayê Xwakur li deşta Berazgir, ji Sputnîk Kurdistanê re da xuyakirin ku artêşa tirk derdorên çiyayê Xwakurk girtiye û ketiye çiyayên nêzî deşta Hêrtê li devera Sîdekanê.

‘LEŞKERÊN TIRK GIHÎŞTINE ÇIYAYÊ GEVERTÊ'

Bradostî got, şeva derbasbûyî artêşa tirk kete ser çiyayê Avdeltê ku bilindtirîn çiyayê deverê ye û niha gihîştine nêzî çiyayê Gevertê û roj piştî rojê hewl didin pêşde bên bo nava devera Sîdekanê bi taybetî li deşta Hêrtê.

‘PKK GELEK CARAN ÊRÎŞÎ ARTÊŞA TIRK DIKE'

Muxtarê gundê Bermîze da zanîn, PKKyî bi şev û roj êriş dikin ser artêşa tirk û hin caran şerên gelekî dijwar di navbera wan de çêdibin.

‘ARTÊŞA TIRKIYÊ LI DEVERA BARZANÊ JÎ SÎNOR DERBAS KIRIYE'

Ji aliyê din li gor zanyariyên Sputnîk Kurdistanê ku ji hin jêderên devera Pîranê li navçeya Berzanê bi dest gihîştin artêşa tirk sînorê herêma Kurdistanê li wê deverê jî derbas kiriye û li kêleka çiyayê Gera Govendê bingeh û sengerên xwe lêdane û xelkê deverê jî metirsiya serhildana şer di navbera hêzên tirk û endamên PKKê de heye û dibêjin devera Pîranê ava ye û gundî wê zirarê bidin li dema çêbûna her şerekî.

Bi heman mijarî:

Demirtaş bo sansura medyayê: Em heqê xwe helal nakin
Pergalên parastina hewayî ya Sûriyeyê êrîşeke moşekan têk bir
Kosaçev: Biryara Trump a taloqkirina hevdîtina Koreya Bakur derbe li îstiqrarê da
Li Efrînê di navbera 2 grubên ASAyê de şer derket
Leşkerên amerîkî yên moşekên nukleerî diparêzin tilyakê bikar tînin
Tevgera Goranê Parlamentoya Iraqê boykot dike
Amerîka: Em bi awayekî dîplomatîk fişarê li Tirkiyeyê dikin
Etîketan:
Bradost, Artêşa tirk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de