23:08 21 Hezîran 2018
Tevgera Goranê li Herêma Kurdistanê

Tevgera Goranê Parlamentoya Iraqê boykot dike

© AP Photo / Yahya Ahmed
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Civata Giştî ya Tevgera Goranê biryar girt ku Parlamentoya Iraqê boykot bike û beşdarî parlamentoyê nebe.

Li gorî ragihandina Rûdawê Endamê Civata Giştî yê Tevgera Goranê Kenan Îsmaîl gotiye, "Cıvata Giştî ya Tevgera Goranê îro civîna xwe li dar xist û di wê civînê de biryar hat girtin ku Parlamentoya Iraqê were boykotkirin.

Îsmaîl destnîşan kir ku ev biryar bi yekdengiya endamên civatê hatiye girtin û got, ew vê biryara cıvata giştî ji bo civata nîştimanî pêşkeş dikin û bila biryara dawî ew bidin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî hilbijartinên giştî yê Parlamentoya Iraqê Tevgera Goranê encamên hilbijartinan red kiribû û parastibû ku YNKê di hijmartina dengên li Silêmaniyê de sixtekarî kiriye.

Bi heman mijarî:

Li Silêmaniyê li hemberî Tevgera Goranê êrîş pêk hat: 6 kes birîndar bûn
Parlamenterekî Tevgera Goranê ji partiya xwe îstifa kir
Goranê ji bo Efrînê daxuyaniyek da
Etîketan:
boykot, Parlamentoya Iraqê, ndamê Civata Giştî yê Tevgera Goranê, Kenan Îsmaîl, Silêmanî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de