06:58 22 Hezîran 2018
Birûsk

Li Silêmaniyê birûskê li zarokekî 10 salî xist

© AFP 2018 / MASROOR GILANI
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê birûskê li zarokekî 10 salî xist û wî zarokî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeyeke NRTyê, ku dispêrê daxuyaniya polîsên parêzgeha Silêmaniyê îro li nahiyeya Xelekanê birûskê li zarokekî xist û wî zarokî canê xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ku birêveberiya polîsên parêzgeha Silêmanî di daxuyaniya xwe got, "Îro, roja 24ê Gulana 2018a piştî nîvro birûskê li zarokekî 10 salî xist û wî zarokî jiyana xwe ji dest da."

Hat destnîşankirin ku bûyer li gundê Darberû yê bi ser nahiyeya Xelekanê qewimiye û di encama bûyerê de zarokê 10 salî yê bi navê Z.D.E. gava lîstik dilîst, canê xwe ji dest daye.

Bi heman mijarî:

Kêliya ku balafira Batman-Enqerê rabû birûsk ket
Li Stenbolê bobelat: Teyrok barî, lehî rabûn, birûsk ket...
Ji ber vedana birûskê li Bangladeşê 50 kes mirin
Li Hindistanê 79 kes ji ber birûskê mirin
Etîketan:
zarok, birûsk, Birêveberiya Polîsên Silêmaniyê, Silêmanî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de