03:07 18 Hezîran 2018
Dengdana taybet li Herêma Kurdistanê dest pê kir

Komîsyona hilbijartinên Herêma Kurdistanê biryareke nû girt

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiya li Herêma Kurdistanê biryar girt ku di hilbijartinên 30ê Îlonê yên Parlamentoya Kurdistanê de ji dengdanê dê pergala elektronîk neyê bikaranîn û dengdêr dê bi destan denge xwe bidin.

Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixweya Helbijartin û Rapirsiyê ya li Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar îre civîneke çapemeniyê li dar xist û di civînê de got: ‘'Di civîna îro ya encûmena komîsyaran de biryar hate girtin ku ji bo hilbijartinên parlamentoyê yên dê di 30ê Îlona 2018a de werin lidarxistin, pergala elektronîk a dengan dê neyê bikaranîn û deng dê bi destan werin hijmartin.''

Zirar derbirî ku ev biryar ji aliyê komîsyonê ve li ser daxwaza 5 aliyên siyasî hatiye girtin, ku wan aliyan xwestibûn di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de deng bi pergala elektronîk a hilbijartinê neyên hijmartin.

Berdevkê komîsyonê Şêrwan Zirar destnîşan kir ku komîsyon dê her rêya li pêş sixtekariyên di hilbijartinan de bigirin û hewl bidin li Herêma Kurdistanê hilbijartineke cuda ji ya Bexdayê pêk were.

Hêjayî gotinê ye ku aliyên siyasî yên wekî Tevgera Goranê, Hevpeymaniya Demokrasî û Dadweriyê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê di 21ê Gulanê de serî li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiya li Herêma Kurdistanê dabû, ku di hilbijartinên 30ê Îlonê yên li Kurdistanê de pergala elketronîk neyê bikaranîn.

Bi heman mijarî:

Amadehiyên hilbijartina Kurdistanê dest pê kirin
Di operasyona bi ser Herêma Kurdistanê de, 2 leşkeran can da
Hejmareke perlemantaran daxwaza civîneke taybet li Parlementoya Kurdistanê kirin
Piştî rageşiya Îsraîl û Tirkiye, pêşniyara nasîna dewleta Kurdistanê li Knessetê ye
Îranê di nava sînorê Kurdistanê de kolberek kuşt û yek jî birîndar kir
Etîketan:
biryar, Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixweya Helbijartin û Rapirsiyê ya li Herêma Kurdistanê, Şêrwan Zirar, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de