00:53 20 Hezîran 2018
Alaya Kurdistanê  û ya Iraqê

'Barzanî dibe namzetê Serokkomariya Iraqê'

© AFP 2018 / Safin Hamed
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Malpera el Hedesê di nûçeyeke xwe de îdîa kir ku hinek çavkaniyan ragihandiye ku ihtimal heye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bibe namzetê Serokkomariya Iraqê.

Hemû alî li wan civîn û danûstendinên li Bexdayê dinerin ên ku ji bo hevpeymaniyekê li Parlamentoya Iraqê damezirîne û hikûmetê pêk bîne. Di hema demê de li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê nîqaş derbarê serokkomariya Iraqê de berdewam dikin.

Heta niha her Serokkomarê Iraqê kurd bûye ku pêşî Serokê YNKê yê wefatkirî Celal Talebanî bû û piştî wî jî Endama Serkirdayetiya YNKê Fûad Masûm bû.

Malpera El Hedesê ya urdunî derbarê mijara serokkomariya Iraqê de raportek weşand û navê çend namzetê kurd ên mihtemel weşand ku yê herî balkêş di nav wan de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye.

ÇAR NAMZETÊN KURD ÊN HERÎ BERBIÇAV

Malpera erebî van her çar navan dide: Nêçîrvan Barzanî, (Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê) Fuad Husên, (Serokkomarê niha yê Iraqê) Fûad Masûm û (Serokê Hevpeymaniya Demokrasî û Dadweriyê) Berhem Salih.

Hedes di nûçeya xwe de van navan wiha rave dike:

"Berhem Salihê ku piştî têkçûna referandûmê (ya serxwebûnê), gelo vê meqamê bi dest bixe, li gel ku sala 2014an jê hatibû bidûrxistin?

Fûad Masûmê ku ji bo wî wiha tê gotin, wî xwest nakokiyên budçeyê yên navbera Bexda û Hewlêrê ji xwe re bike kartek da ku li meqamê xwe bimîne û dibe ku wek sala 2014an, alternatîva dawîn be.

Fûad Husên, zilamê kulîsan, him nêzîkî (Serokê PDKê) Mesûd Barzanî ye û jî nêzîkî bexdayê ye. Lewra dibe şensê wî bêtir be.

"SURPRIZ MIHTEMEL E"

Lê eger Nêçîrvan Barzanî bibe namzetê serokkomariyê, ev dê him li Hewlêr û him jî li Bexdayê surprîz be. Ev tişt ji bo Iraqê ne seyr e ku her bûye qadeke surprîzan. Herî dawî mirovê olî Muqteda el Sedir li gel kominîsan hevpeymaniyek pêk anî û paşê jî zêdetirîn jima akursiyan bi dest xist."

Serkirdeyê Tevgera Sedirê Diya el Esedî gotiye, "li gel ku bijartina kesayeta namzetê serokkomariyê, girêdayî herêma Kurdistanê û lihevkirinên wê yên siyasî ne, lê bijartina kesayeteke ku her kes qebûl dike, dibe ku hevsengiyê vegerîne têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê."

"DI MALBATA BARZANÎ DE, ÎRAN Jİ NÊÇÎRVAN NE BITIRS E"

Di berdewamiya de nûçeyê de Nêçîrvan Barzanî wiha tê nasandin: "Nêçîrvanê ku li Îranê ji dayik bûye û di navbera malbata Barzaniyan de Îran ji wî ne bitirs e, gelo dibe ku deriyên nû ji bo nifûza Îranê li Iraqê veke? Çawa dê pişta xwe bide serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê û biçe serokkomariya Iraqê?"

Herwiha di dawiyê de, raport dipirse bê gelo helwesta malbata Talebanî dê çawa be lê bersiva wê pirsyarê jî nade.

Bi heman mijarî:

Li Kurdistanê ji bo piştgiriya namzedên jin xwepêşandan hatin birêvebirin
PKK: Me li Bakur û Başûrê Kurdistanê 5 leşkerên tirk kuştin
Hunermenda jin a kurd li nav mizgefteke Kurdistanê pêşangehek li dar xist
Li Kurdistanê ji bo koçberên Rojava xanî tên avakirin
Parlamentoya Herêma Kurdistanê dicive
'Îran hewl dide kurdên Rojava û herêma Kurdistanê bikişîne aliyê xwe'
'Konferansa Pêşxistina Peywendiyên Aborî yên Herêma Kurdistanê û Îranê' destpê kir
Etîketan:
PDK, Nêçîrvan barzanî, Fûad Masûm, Mesûd Barzanî, Fûad Husên, Berhem Salih, Hewlêr, Iraq, Bexda, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de