05:52 21 Hezîran 2018
Kosret Resul-kongre-YNK-hilbijartin

‘Heta pirsgirêka bûdçe, Pêşmerge û madeya 140ê çareser nebe aramî nayê herêmê'

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Berpirsê Polîtbûroya YNKê Mela Bextiyar di hevdîtina li gel Heyder Ebadî de ragihand ku heta pirsgirêkên Kurdistanê li gel Iraqê çareser nebin aramî nayê herêmê.

Heyeteke Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Mele Bextiyar ligel Serokwezîrê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî hevdîtinek pêk anî. Li gor çapemeniya YNKê di hevdîtinê de Mele Bextiyar ji Ebadî re gotiye: "Heta pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta navendî ya Iraqê de çareser nebin û destûr neyê cîbicîkirin, aramî nayê Iraqê."

Mele Bextiyar herwiha ragihandiye ku çaareserkirina pirsgirêka Kerkûkê û cîbicîkirina Madeya 140 a destûrê, çareserkirina bûdceya Herêma Kurdistanê û ya Pêşmerge, mafên demokratîk ên gelê Kurdistanê ne. Ji bo guftûgoyan YNK van xalan bingeh dibîne."

Herwiha Bextiyar eşkere kiriye ku ew hewl didin wek aliyên Kurdistanî bi heyeteke hevbeş û bernameyeke hevpar tevlî gotûbêjên pêkanîna hikûmeta nû bibin.

Bi heman mijarî:

Berpirsê YNKê: Amerîka û Îran naxwazin namzedekî ji Tevgera Sedrê bibe serokwezîr
Nûnerê YNKê li Bexdayê bi Sadr re hevdîtin pêk anî
Gelo PDK û YNKê li hev kiriye?
Piştî PDKê heyeta YNKê jî ji bo hevdîtinan diçe Bexdayê
'Silêmanî û McGurk ji bo kurdan ketine pêşbirkê: Planên Silêmanî ji bo YNKê hene'
Li gor encamên destpêkê yên hilbijartinên lraqê PDK û YNKê piraniya kursiyan stendin
Etîketan:
PDK, YNK, Mela Bextiyar, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de