06:57 22 Hezîran 2018
Civîna Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm bi şandeyên YNK û PDKê re li Bexdayê

PDK û YNK bi Fuad Mehsûm re civiyan: Divê posta serokomariyê ji kurdan re be

© Sputnik / Nivîsgeha Serokomariya Iraqê
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Herdu şandên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ku ji bo hewldanên siyasî yên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê li Bexdayê bûn, bi Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm re civiyan.

Alayên Kurdistanê û partiyên siyasî yên kurdan
© Sputnik / Osman Başqalî
Piştî ku şandeke PDKê serdana Bexdayê kir bi merema encamdana civîna ligel aliyên şîe û sune sebaret çewaniya avakirina hikumeta nû ya lraqê, îro 23yê Gulanê jî şandeke YNKê serdana Bexdayê kir.

Endamê Serkirdayetiya YNKê Ferîd Eseserd ji Spûtnîkê Kurdistanê re ragihand ku şanda YNKê wê berdewam be li ser civînên xwe yên ligel aliyên lraqî ji bona avakirina mezintirîn fraksyona perlemanî.

Herwiha her îro herdu şandên PDK û YNKê li Bexdayê ligel Serokomarê Iraqê Dr. Fuad Mehsûm RE civiyan.

CIVÎN LI SER DAXWAZIYÊN KURDAN Û HIKÛMETA NÛ BÛ

Derbarê civînê de jêderekî ji nivîsgeha serokomariyê ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand, "Daxwaziyên kurdan û çawaniya beşdarîkirina her du partiyan di hikumeta nû de mijara civînê bûn."

POSTA SEROKOMARIYÊ HÎN ZELAL NEBÛYE

Jêderê serokomariyê da zanîn ku PDK û YNK xwedî heman nêrînê ne ku posta serokomariya lraqê her bo kurdan bimîne, lê ta niha di nav xwe de behs nehatiye kirin bê kî dibe serokomar yan jî dê ji kîjan partiyê be.

 

 

Bi heman mijarî:

Prensê Siûdî wê ji berîka xwe deynê hemû tîmên futbolê bide
Polîsê Belçîkayê ji ber kuştina keça kurd hat protestokirin
Fransa: Dibe ku li Rojhilata Navîn şer biqewime
Kêliya ku balafira Batman-Enqerê rabû birûsk ket
Puşkov: Brîtanya RTyê qedexe bike, em ê jî ji bo BBCyê heman tiştî bikin
Etîketan:
PDK, YNK, Fuad Mehsûm, Kurdistan, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de