09:47 23 Hezîran 2018
Alayên Kurdistanê û partiyên siyasî yên kurdan

Gelo PDK û YNKê li hev kiriye?

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Şirovekarê siyasî Kifah Mehmûdî got ku îdîaya peymana ku Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê(YNK) ya pevguhertina meqamên serokatiya herêmê û serokkomariya Iraqê tenê texmîn in û ti daxuyaniyeke fermî derbarê vê mijarê de nehatiye dan.

Kifah îro di pêwendiyeke telefonî li gel Sputnikê de got ku tekane tiştê fermî di navbera PDK û YNKê de ew tişt e yê ku sala 2006an pêk hat ku li gorî wê, serokê rehmetkirî Celal Talebanî bû serokkomarê Iraqê û Mesûd Barzanî jî bû serokê herêma Kurdistanê, lê niha mesele guheriye û 'serok Talebanî çû û serok Barzanî qebûl nekir ku heta hilbijartinan serokatiyê bike û serokatî hat cemidandin."

"BELKÎ PDK Û YNK HEVPEYMANEKÊ PÊK BÎNIN"

Mehmûdî di berdewamiya axiftina xwe de got ku heta hilbijartina serokatiya herêma Kurdistanê, hîn dem heye û helbet dê diyalog di navbera herdu partiyên sereke de hebin û wiha dewam kir: "Tiştê herî realîst ew e ku herdu partî hevpeymaniyekê pêk bînin da ku komekê li Bexdayê damezirînin û çavdêr wî tiştî texmîn dikin. Belkî di çarçoveya vê hevpeymaniyê de hinek nîqaş werin kirin ji bo ev partî hinek meqamên serkirdayetiyê û siyasî li Iraq û herêmê bi dest bixin."

Herwiha Kifah Mehmûdî teqez kir, eger lihevkirinên wiha li herêmê bi awayekî fermî werin kirin, dê piştî demeke kurt were ragihandin, ji ber rewş li herêma Kurdistanê şefaf e û belkî ji gelek herêmên Iraqê cuda ye."

Bi heman mijarî:

YNK: Em ê serî li dadgehên navdewletî bidin
YNK: Em van çalekiyên nedemokratîk qebûl nakin
YNK: Arşîva 300 salan hat şewitandin, yên ji welatê xwe hez dikin vê nakin
PDK û YNK: Çareya herî baş hilbijartin e
PDK, YNK û Yekgirtû ji bo diyarkirina namzedê nû yê parlamentoyê kom dibin
Mela Bextiyar: YNK ji ber xayînan felç bûye
Etîketan:
PDK, YNK, Celal Talebanî, Mesûd Barzanî, Kifah Mehmûd
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de