01:24 18 Hezîran 2018
Herêma Kurdistanê - Alaya Kurdistanê

Li Silêmaniyê pevçûnê rûda: Kesek mir, 5 kes jî birîndar bûn

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li navçeya Şarezûrê ya parêzgeha Silêmaniyê li pêş dadgehê di navbera du aliyan de bi çek û kêran pevçûn derket û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyeke Rûdawê qeymeqamê navçeya Şarezûrê ya bi ser parêzgeha Silêmaniyê ve Rizgar Xefûr diyar kir ku îro li ber dadgeha Şarezûrê di navbera du malbatan de bi çek û kêran pevçûnê rûda.

Xefûr got, "Du malbatên ku beriya niha di navbera wan de pirsgirêk hebû, gava çûn dadgehê li wir careke din şerê hevdu kir û di encamê de kesek hat kuştin, 5 kes jî birîndar bûn."

Qeymeqamê Şarezûrê ragihand ku ew herdu malbat jî ji gundê bi navê Kanî Mîrî ne û ji ber vê pevçûnê çend hatin desteserkirin û derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê hat kirin.

Bi heman mijarî:

Amadehiyên hilbijartina Kurdistanê dest pê kirin
Di operasyona bi ser Herêma Kurdistanê de, 2 leşkeran can da
Hejmareke perlemantaran daxwaza civîneke taybet li Parlementoya Kurdistanê kirin
Piştî rageşiya Îsraîl û Tirkiye, pêşniyara nasîna dewleta Kurdistanê li Knessetê ye
Îranê di nava sînorê Kurdistanê de kolberek kuşt û yek jî birîndar kir
Herêma Kurdistanê bo TEV-DEMê got: Ji bo çareseriyê divê hûn girtiyên ENKSê berdin
Etîketan:
Qeymeqamê Şarezûrê, Rizgar Xefûr, Şarezor, Silêmanî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de