19:00 23 Hezîran 2018
Li Kerkûkê hêzên Iraqî ala Kurdistanê tînin xwar

'Ebadî niyet dike ku firqeyeke kurdî li Kerkûkê damezirîne'

© REUTERS /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Berpirsê Navenda Rêxistinên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li kerkûkê Yasîn Izedînî îro çarşemê ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di dema helmeta xwe ya hilbijartinê de soz daye ku firqeyeke kurdî ji bo ewlehiya Kerkûkê damezirîne.

Kerkûk navend
© Sputnik / Ekrem Altun
Li gorî nûçeya Rûdawê, Izedînî gotiye: "Tê gotin ku xebata damezirandina vê firqeyê dest pê kiriye û divê aliyê kurdî vê pêngavê red bike."

Rayedarê YNKê diyar kiriye ku ti agahî li cem wî tine ne bê ev firqe dê çawa were damezirandin û wiha dewam kir: "Ev firqe dê girêdayî Artêşa Iraqê be û dê ji pêkhateya kurdî be ku tenê ewlehiya Kerkûkê biparêze."

"DIVÊ ALIYÊN KURDISTANÎ RÊ NEDIN EBADÎ"

Herwiha Izedînî destnîşan kir ku hîn qeydên wê firqeyê dest pê nekiriye û got: "Tê gotin ku xebat niha tê kirin da ku ew fikir were cîbicîkirin lê em wiha bawer dikin ku ev karekî xerab e û divê hemû aliyên kurdistanê rê li ber bigirin. Ji ber Kerkûk ji aliyê destûrî ve herêmeke nakok e û pêwîst e, bi awayekî hevpar were birêvebirin. Herwiha pêwîst e, Hêzên Pêşmerge vegerin Kerkûkê."

Bi heman mijarî:

‘6 meh in petrola Kerkûkê diherike Îranê û kes nabê çima'
Goran: Rewşa Kerkûkê nayê qebûlkirin
Çekdar li Kerkûkê bi ser malên kurdan de digrin û wan dişelihînin
‘Vegera Pêşmerge bo Kerkûkê propaganda ye'
Brîtanya: Divê pirsgirêka Kerkûkê were çareserkirin
Amerîka û Waliyê Kerkûkê civînek li dar xist: Bila Pêşmerge vegere bajêr
Parêzgariya Kerkûkê nûçeyên vegera Pêşmerge red kirin
Etîketan:
Pêşmerge, YNK, Yasîn Izedîn, Heyder Ebadî, Kurdistan, Kerkûk
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de