00:49 20 Hezîran 2018
Hilbijartin-YNK-Silêmanî

Piştî PDKê heyeta YNKê jî ji bo hevdîtinan diçe Bexdayê

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku heyeteke pile bilind a Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ji bo hevdîtinan îro diçe Bexdayê.

Berpirsê çapemenî yê Polîtbûroya YNKê Karwan Yarweys di axaftina xwe de got: "Heyeteke pile a YNKê bi serokatiya berpirsê Polîtbûroya YNKê Mela Bextiyar ji bo hevdîtinan serdana Bexdayê dike. Di heyetê de ji xeyrî Mela Bextiyar, Rizgar Elî, Xalid Şivanî, Feryad Rewandizî û Sadûn Feylî cih digrin."

Karwan Yarweys di berdewamiya axaftina xwe de got: "Serdana heyeta YNK ya Bexdayê wê du rojan dewam bike. Di serdanê de bi aliyên siyasî yên Iraqê re wê encamên hilbijartinê û derbarê avakirina hikûmeta nû de hevdîtinan pêk bînin."

Heyeteke PDKê jî serdana Bexdayê kiribû û heta niha Muqteda Sedr, Nurî Malikî û Emmar Hekîm jî di nav de bi aliyên siyasî yên Iraqê re hevdîtin pêk anîn.

Bi heman mijarî:

Sekreterê Encûmena YNKê koça dawî kir
'Silêmanî û McGurk ji bo kurdan ketine pêşbirkê: Planên Silêmanî ji bo YNKê hene'
Berdevkê YNKê: Tiliyên kesên ku tohmetê li YNKê dikin divê bên jêkirin
Namzedeke YNKê rastî êrîşa çekdarî hat
Goran: Em Walîtiya Silêmaniyê nadin YNKê
Etîketan:
PDK, YNK, Mela Bextiyar, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de