09:50 23 Hezîran 2018
Hilbijartin

Amadehiyên hilbijartina Kurdistanê dest pê kirin

© Sputnik / Rafael Daminov
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Berdevkê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Kurdistanê Şerwan Zirar ragihand ku ji îro û pê de amadehiyên hilbijartinên 30ê Îlonê dest pê kirin.

Şerwan Zirar di axaftina xwe ya civîna çapemenî de got: "Ji îro û pê de amadekarî bo helbijartina 30ê Îlonê 2018an dest pê dike. Berê me karê pir baş di tomara dengdêran de kiriye û pişt re dê hemû hûrgilî bên ragihandin ku kêmasî di kûderê de ye û çawa dê bên çareserkirin."

Zirar di berdewamiya axaftina xwe de got: "Îro encûmena komîsyaran civiya û ne berê wek Iraqê hemû amûrên sandoqa zîrek pejirandibû, lê li ser daxwaza guhertinê pir asayiye em ê pêdeçûnê li ser bikin. Daxwaznameya pênc aliyên siyasî geheştiye berdestê wan û daxwaz hatiye kirin ku tomara dengdêran bê paqij kirin. Herwiha sindoqên zîrek ên elektronîk neyên bikaranîn, pirs li wan kirina rêkarên helbijartinê, pêkanîna karên komîsyonê bi şefafî û daxwaza pêkanîna civîneke hevbeş di navbera wan û komîsyonê de hatine daxwaz kirin."

Bi heman mijarî:

Sanri: AKPê nehişt Kurdistan TV mîtinga Qûdsê ya Stenbolê bişopîne
Li Kurdistan û Iraqê pêvajoya dengdanê dest pê kir
Barzanî li Şeqlawa: Eger PDK bi hêz be li Bexda, Kurdistan bi hêz e li Bexda
Tirkiye li Yekîtiya ji bo Deryaya Spî: Kurdistan tine
Barzanî bo Baydemir: Kurdistan di dilê te be, tu jî di dilê me de yî!
Etîketan:
Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartina Kurdistanê, Şerwan Zirar, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de