01:24 20 Hezîran 2018
Şandeya PDK li Bexdayê - Fazil Mîranî

Serokê şanda PDKê: Posta serokomariyê mijara dawîn a danûstandinê ye

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Sekreterê polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî seroktiya şanda Bexdayê ya partiya xwe dike, li ser danûstandinên bi aliyên siyasî yên Iraqê re got, pirsa serokomariya Iraqê mijara dawî ya danûstandin li ser werin kirin e.

Sekreterê polîtboruya PDKê Fazil Mîranî di civîneke rojnamevanî de li ser hevdîtinên li Bexdayê bi aliyên siyasî re ragihand ku hevdîtinên wan berdewam in tevî ku xalên nakok di navbera aliyên siyasî de heye, lê xalên hevbeş û têgihiştin jî heye.

Fazil Mîranî li ser hevgirtina aliyên Şîe di avakirina hikûmeta Iraqê de jî da xuyakirin, "Di nerîna min de eger aliyên Şîe wiha bikin ti destkeftan wernagirin û serkeftî nabin, ne şert e hemû pêkhate di nav hikûmetê de bin, lê ya baş ew e kar di nav hikûmetê de bikin."

Mîranî li ser pirsa posta serokomariyê ku beriya niha ya kurdan bû jî got, ew babeta herî dawiye ku danûstandinê li ser bikin.

Bi heman mijarî:

Venezuella nûnerê Amerîkayê dersînor dike
Li Dêrikê barhilgirike teqiya: Zarokeke 13 salî can da
Ebadî: Bi Sedir re ji bo avakirina hikûmetê me bi awayekî fikrî li hev kir
Dema qedexeya li 30 deverên Colemêrgê hat dirêjkirin
Trump: Dibe ku zîrweya Koreya Bakur were paşxistin
Etîketan:
PDK, Kurdistan, Iraq, Bexda
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de