09:49 23 Hezîran 2018
Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî

Barzanî bi nameyekê ji serokê filistînî re silametî xwest

© AP Photo / Uncredited
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî nameyek ji Serokê Filistînê re şand û jê re ‘silametî' xwest.

Şêwirmendê Karûbarên Siyasî yê Peywediyên Giştî yê Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Hêmîn Hewramî bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û di wê dawiyaniyê de da xuyakirin ku Barzanî ji Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas re nameyek şandiye û di wê nameyê de ji Ebasî re sersaxî xwestiye.

"Demek berê Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas ji ber nexweşiya xwe emeliyat bû. Li ser dîrektîfa Serok Barzanî me serdana konsulxaneya Filistînê li Hewlêrê kir û ew peyama Barzanî pêşkêş kir. Me got em hêvî dikin ku Mehmûd Ebas di demeke nêz de baş bibe. Xelk û hikûmeta Filistînê Serok Barzanî weke sembol û serokê rewa yê Kurdistanê dibîne."

 

Bi heman mijarî:

Ji Pompeo ji bo Barzanî: Em ê bi hev re bixebitin
Barzanî: Pêwist e hemû aliyên kurdistanî li Bexdayê helwesteke hevpar nîşan bidin
Di ser pêşmergetiya Mesûd Barzanî re 56 sal derbas bû
Dr. Barzanî: Kesî nedî Serok Barzanî di hilbijartinê de deng da
Barzanî: Berjewendiya netewî divê li pêş a partiyan be
Etîketan:
Peyam, Sersaxî, Mesûd Barzanî, Filistin, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de