00:51 20 Hezîran 2018
Operasyon - Çiya

Berdevkê PKKê li ser êrîşa Biradostê daxuyanî da

© Sputnik /
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 20

Berdevkê PKKê Demhat Tolhildan ji Peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê yê Herêma Kurdistanê re li ser êrîşên PKKê yên ser hêzên artêşa Tirkiyeyê daxuyanî da.

Demhat Tolhildan li ser êrîşa devera Biradostê, gundê Lêlkanê daxuyaniya Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) piştrast kir û ragihand ku 2 leşkeran jiyana xwe ji dest daye.

Tolhildan herwiha derbarê êrîşa ser otobuseke leşkerî li bajarê Agiriyê ya roja 20ê Gulanê jî îdia kir ku piştî teqandina otobusê ji aliyê endamên PKKê ve, hêza piştevan a komandoyên artêşa Tirkiyeyê li devera Çelê bûye armanca êrîşê.

Berdevkê PKê li ser wê êrîşê îdia kir ku, 45 leşkerên tirk hatine kuştin, hejmareke zêde birîndar bûne û got, hêzên artêşa Tirkiyeyê nehiştine ti kes xwe nêzî cihê bûyerê bike.

Li gor daxuyaniya Tolhildan êrîşa ser komandoyan li devera Gurgulat a nêzîkê deriyê sînorê Îranê rû daye.

Bi heman mijarî:

PDK ji bo hikûmeta nû ya Iraqê serdana Bexdayê dike
Di operasyona bi ser Herêma Kurdistanê de, 2 leşkeran can da
Li Hatayê wesayîta leşkerî qulibî: 11 leşker birîndar bûn
Pûtîn pirozbahî li Maduro kir
Sedir û Amirî civiyan: Divê ji bo hikûmeta nû ya Iraqê lêz bê kirin
Rûhanî bertek nîşanî Pompeoyî da: Tu kî yî ku...
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê êrîşa çekdarî
Etîketan:
Biradost, Artêşa Tirkiyeyê, PKK, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de