04:20 22 Hezîran 2018
PDK-hilbijartin

PDK ji bo hikûmeta nû ya Iraqê serdana Bexdayê dike

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Şandeke bilind a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo danûstandinên ser avakirina hikûmeta nû ya Iraqê sibe 22yê Gulanê serdana Bexdayê dike.

Hat ragihandin ku dê şandeya PDKê ya bi seroktiya Sekreterê Polîtburoyê Fazil Mîranî, Berpirsê Nivîsgeha Hilbijartinan Xosrew Goran û Berpirsê PDKê yê li Bexdayê Şivan Mihemed Taha, li Bexdayê gotûbêjan bi aliyên siyasî yên pêwendîdar re bike.

PDKê doh 20ê Gulanê bi Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî re derbarê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de civînek li dar xistibû û di wê civînê de jî biryara şandina heyetê bo Bexdayê hatibû wergirtin.

PDKê di hilbijartinên giştî yên Iraqê de li Herêma Kurdistanê 25, li Bexdayê jî 1 kursî bi dest xistibû.

Bi heman mijarî:

Di operasyona bi ser Herêma Kurdistanê de, 2 leşkeran can da
Li Hatayê wesayîta leşkerî qulibî: 11 leşker birîndar bûn
Pûtîn pirozbahî li Maduro kir
Ji Pentagonê daxuyaniya Îranê: Çi pêwîst be em ê bikin
Sedir û Amirî civiyan: Divê ji bo hikûmeta nû ya Iraqê lêz bê kirin
Rûhanî bertek nîşanî Pompeoyî da: Tu kî yî ku...
Ji Pompeo ji bo Barzanî: Em ê bi hev re bixebitin
Pervîn Buldan: Serlêdana tehliyekirina Demirtaş hat redkirin, wê gelê me wî tehliye bike
Etîketan:
Hikûmeta Iraqê, Bexda, PDK, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de