09:50 19 Hezîran 2018
Mesûd Barzanî

Barzanî: Pêwist e hemû aliyên kurdistanî li Bexdayê helwesteke hevpar nîşan bidin

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK) Mesûd Barzanî îro duşemê bi parlementerên PDKê yên ku ji bo Parlamentoya Iraqê hatine hilbijartin re civiya. Barzanî, "PDKê li Kurdistanê, li Iraqê û li derveyî welêt bûye partiya yekemîn"

Di civînê de pêvajoya piştî referandûmê û bûyerên dawî hatin gotûbêjkirin. Barzanî ji ber helwesta wan a piştî pêvajoya Referandûma Serxwebûnê ji xelkê Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyan spasiyên xwe anîne zimên.

Barzanî destnîşan kir ku tevî hemû astengî û bergiriyan PDK li Kurdistan, Iraq û derveyî welêr bûye partiya yekemîn. Barzanî ji bo kesên xebatkar, kadro û alîgirên partiya xwe spasiyên xwe pêşkêş kirin. Barzani, "PDKê ne ji bo milmilane û rikberiya bi partiyên din re heye, PDK ji bo ku bergiriya xelkê Kurdistanê bike, heye."

‘GEL SERÎ NE ÇEMAND, NÛNERÊN WÊ JÎ HISABÊ POST Û KURSIYAN NEKIR'

"Serkeftin a wan kesan e ku baweriyê bi doza rewa anîne. Gel serî neçemand, nûnerên wê jî hisabê post û kursiyan nekir. Ji ber vê yekê pêwist e armanca sereke ya nûnerên PDKê li Bexdayê parastina berjewendiyê xelkên xwe ye. Divê em bi serkeftin mexrûr nebin û ji têkçûnê jî bê hêvî nebin."

‘JI BO KU PDK LI NEYNOWAYÊ NEBE PARTIYA YEKEM, DENGÊN ÊZIDIYAN NEHATIN JIMARTIN'

Barzanî komîsyona hilbiajrtina rexne kir û da xuyakirin, "Ji bo ku PDKê li Neynowayê nebe partiya yekem, dengên êzidiyan nehatin jimartin."

Barzanî bal kişande ser yêkrêzî û hevsengiya aliyan û diyar kir ku pêwist e hemû aliyên kurdistanî li Bexdayê helwesteke hevpar nîşan bidin.

Bi heman mijarî:

Di ser pêşmergetiya Mesûd Barzanî re 56 sal derbas bû
Barzanî û Eyad Elawî li hevdu civiyan
Barzanî: Berjewendiya netewî divê li pêş a partiyan be
Dr. Barzanî: Kesî nedî Serok Barzanî di hilbijartinê de deng da
Barzanî bi Cerbayî re civiya: Sûriye û hilbijartina Iraqê hatin gotûbêjkirin
Barzanî pîrozbahî li Sedirî kir
Etîketan:
Serokê berê yê Herêma Kurdistanê, Nirxandin, Hilbijartin, PDK, mesûd barzanî, Mesûd Barzanî, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de